Dr.Fuad Masûm kiye ?..

kurdistani 03:31 PM - 2014-07-24
Dr.Fuad Masûm kiye ?..

Dr.Fuad Masûm kiye ?..

Mihemed Fuad Masûm siyasetmedareke Kurd a lîbrale, ji malbateke olî ya mezine, ew Mihemed Fuad kurê Şêx Mela Masûm e,bavê serokê zanistinên olî yên Kurdistanê bû û ji ew kesan bû ku banga ji hev nêz kirina mezhebî û pêkve jina di navbera olan de dikir.

Her wiha Mihemed Fuad Masûm Hewramî Kurê Emînexane û bi Dr. Fuad Masûm tê nas kirin, ji serdema zaroketiyê ve hevşar û ji serdema ciwantiyê hevrê û rêhevalê çiya û bajaran a Mam Celal bû, sala 1938 li başûrê Kurdistanê li bajarê Koyê ji dayîk bûye.

Malbata wî ji xelkê gundê Xerpanîn e ya ser bi navçeya Hewraman a Başûrê Kurdistanê ve ye, bavê wî li ser destê meleyê mezin a Koyê îcaza meletiyê wergirtiye, ji ber vê malbat wî ligel malbata Mam Celal ji du malbatên mezin ên olîne li bajarê Koyê û ji zaroketiyê ve ligel hevin û rêhavlên hevin.

Dr.Fuad Masûm taku temanî 18 saliyê li dibistanên olî xwend, pişt re di sala 1958 diçe Qahîra û zanîngeha Ezher xwendina xwe ya zanistiya Îslamî temam dike û bawernameya bekeliryos û master bi destdixîne û li heman zanîngehê di warê Felsefê de Diktora werdigire.
Dr.Fuad dibe endamê Partiya Komonîst a Îraqê, lê pişt re dema diçe Sûriyê û çav bi sekreterê Partiya Komonîst a Sûriyê Xalid Pegdaş dikeve û helwesta wan derbarê kêşeya Kurd de nas dike, dev ji komonîstiyê berdide û di dawiya 1964 dibe yek ji encamên Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Sala 1968 li zanîngeha Basre bû mamosteyê zango û di hema demê de berpirsê komîta navçeyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.
Di navbera salên 1973-1975 nûnerê Barzanî û Şoreşa Kurdistanê bû li Qahîra.

Di sala 1976 de yek ji dameznînerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû, û taku sala 1992 jî sekreterê Yekîtiya Şoreşgeran bû, hêjayî gotinê ye ku bi giştî tê nas kirin ku Yekîtiya Şoreşgeran ligel Komela Rencderanî Kurdistan û Bizutnewa Sosyelîst a Kurdistanê Yekîkî avakirin.
Dr.Fuad di sala 1992 bû serokê yekem kabîna hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di sala 1994`an de li zanîngeha Selahedîn serokê komîta gengeşekirina nameya macistêr a xwendakarekî bû ku pişt re li Îraqê hate naskirin ku ew jî Nûrî Kamêl Malîkiye ku nihajî serokwezîrê karbirêve dibe li Îraqê.

Ji roja ku YNK`ê hatî damezrandin ve ji sala 1976 de her dem an endamê mekteba siyasî bû yam endamê kargêr ê makteba siyasî ya YNK`ê bû.

Piştî ku rêjîma Sadam di sala 2003 de rûxiya çû Bexdadê û endamê şanda ku nûnertiya Başûrê Kurdistanê dikir bû.

Di sala 2004 de serokê yekemîn parlemantoya demkî ya Îraqê bû piştî rûxana rêjîma Sadam.

Ji sala 2005 ve endamê parlemana Îraqê ye.

Ji bo xolan serokê her serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanê bû di parlemantoya Îraqê de.

Di dawî de mayê em bêjin ku Dr.Fuad Masûm di salên dawî yên şêsî ji sedsala bihurî ligel Ronak Ebdulwehîd Mustafa hevserî kiriye, pênc keçên wî hene, bavê kurekî bû lê kurê wî di temekî ciwan de jiyana xwe ji dest da.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket