Dr.Fuad Masûm serokkomarê Êraqê hate hilbijartin

kurdistani 03:27 PM - 2014-07-24
Dr.Fuad Masûm

Dr.Fuad Masûm

Îro pêncşemê  24 / 7 / 2014`e li encumena nûneran a Êraqê hilbijartinên serokkomariyê birêve çûn û Dr. Fuad Masûm ku duh take namzetê Kurd ji bo postê serokkomariyê hate diyar kirin weku serokkomarê Îraqê hate hilbijartin.

Li encumena nûneran a Êraqê îro serokkomarê Êraqê hate hilbijartin, hilbijartina serokkomariyê li ser du toran hate kirin, di tora yekem de 275 parlemanteran deng da û Dr.Fuad Masûm di tora yekem de 175 deng bi dest xist, her wiha rikbera wî parlemanter Henan Fetlawî 34 deng bi dest xist.

Di tora duyem de Henan Fetlawî xwe paşve kişand, rikberiya li ser posta serokkomariyê di tora duyem bi tenê di navber a Dr.Fuad Masûm û namzet Hisên Musewî de bû.

Dr. Masûm di tora duyem de 211 deng bi dest xist û Musewî 17 deng anî, û li gorî encama bi dest katî serokê encumena nûneran Dr. Fuad Masûm serokkomarê Îraqê ragihand.

Pişt re Dr. Fuad Masûm û bi amadebûna serokê desthilatdariya Dadwer Midhet El-Mehmûd Sûndxwar.

Dr.Masûm piştî sûnda serokkomariyê da bi gotarekê spasî li Parlemanteran kir û tekez li ser wê yekê kir ku ew`ê ji bo Îraq û gelê Îraqê kar bike û pabend be bi desturê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket