Tariq Herb: Postê serokomar pêwîstî bi 220 deng heye

kurdistani 01:14 PM - 2014-07-24
Tariq Herb: Postê serokomar pêwîstî bi dengê 220 parlemanterî heye

Tariq Herb: Postê serokomar pêwîstî bi dengê 220 parlemanterî heye

Şarezayê yasayî Tariq Herb teqez kir ku, serkeftina namzetê bo postê serokayetiya komarê pêdivî bi dengê 2/3 endamên encûmena nûneran heye.

Herb ji PUKmedia`yê re îro pêncşemê ragihand:  Li gor Yasayê rûniştina parlemanê bi beşdarbûna piranî ew jî bi amadebûna 165 parlemanterî lidar dikeve her weha postê serokomar jî pêdiviya xwe bi 220 dengan heye di xola yekem a dengdanê de ku dike ji 3/2 ye.

Her weha Tariq Herb da zanîn ku ew namzetên ku di xola yekem de zêdetir deng anîne di xolaa duyem de wê bikevin rikberiyê û kî dengê herî zêde bîne dê bo serokê welat bê hilbijartinê.

Hêjayî gotinê encûmena nûneran a Êraqê îro piştî nîvro rûniştina jib o hilbijartina serokomar destpê kir.

PUKmedia/Fayêq Yezîdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket