Rojnameyek: Mam Celal peyayê dosyeyên zehmete

kurdistani 11:56 AM - 2014-07-24
Rojnameyek: Mam Celal peyayê dosyeyên zehmete

Rojnameyek: Mam Celal peyayê dosyeyên zehmete

Rojnameya Beyan a Îmaratî di raportekê de behsa giringiya vegera serok Talebanî bo Êraqê dike.

Rojname dibêje: Vegera Mam Celal dibe fakterek bo vemirandina agirê li qadên siyasî yên Êraqê ku di piştî Mam Celal serî hildabûn.

Beyana Îmaratî di raporta xwe de behsa wê yekê jî dike ku vegera Mam Celal dê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdadê kêm bike, çûnkî Mam Celal bi rihekî niştimanperwerî hewl bo çareserkirina nakokiyan bi rêya yasa û desturê dide , bi tayybet jî pirsa navçeyên veqetyayî yên Herêma Kurdistanê û maf û çaraxwe nivîsînê.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî dike û dibêje: Êraq bi rewşekî nelibar de derbas dibe , serok Mam Celal jî rolekî xwe ya mezin bo çareserkirina kêşeyên heye ji ber ku pêgehekî xwe ya taybet liba hemû serkirdeyên Êraqê heye. Ji ber vê jî dikare hemû girêkan veke.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket