Demirtaş û hevjîna xwe biskilêt ajotin

kurdistani 08:15 PM - 2014-07-23
Demirtaş û hevjîna xwe bisdkilêt ajotin

Demirtaş û hevjîna xwe bisdkilêt ajotin

Namzedê Serokomariya Tirkiyê û Hevserokê Giştiyê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş tevî hevjîna û herdu keçên xwe beşdarî pêşbirka biskilêtan a ku komeleya werzîşên çiya ya Amedê birêxist kir.

Selahedîn Demîrtaş li gel hevjîna xwe (Başak) û herdu keçên xwe “Delal û Dildayê” li qada Parka Newrozê ya Şaredariya Baglarê beşdarî çalakiyê bûn. Demîrtaş heta navenda ekîpmanên makîneyê ya Şaredariya Baglarê pedal zivirand û li vir daxuyanî da rojnamegeran.

Demîrtaş di daxuyaniya xwe de bal kişand ku wan bi vê çalakiyê ve xwest ku bi bîr bixin ka xwezaya ku em tê de dijîn, çendîn biqîmet e.

Di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên serokomariyê jî,  Demîrtaş got: "Emê hemû bi hev re di sindoqan de terciha gel bibînin. Ez bi rehetî dikarim bêjim ku kampanyaya em dimeşînin, êdî têgihêştina jiyan û rêvebirineke nû kir rojeva Tirkiyeyê.”

Li dawiya axaftina xwe de Demirtaş got: “Kampanyaya ku herî zêde kelecan û hêviyê dide mirovan kampanyaya me ye. Ev kelecan li rojhilat, rojava, bakûr û başûr xuyan dike û helbet ev jî kêfa me gelekî tîne cih."

Komeleya werzîş a biskilêtan  ji bo ku balê bikşîne li ser Heskîf, Mûnzûr, Newalên Behra Reş û Daristanên li bakûrê Stenbolê çalakiya pêşbirkê lidar xist.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket