Vegera mam Talebanî, Referandoma kak Barzanî û Hawara Xanî .. Konê Reş

kurdistani 07:01 PM - 2014-07-23
 Konê Reş

Konê Reş

Silav û stranek pesin ji vegera serokê komara Îraq a federal Mam Celal Tabebanî re.. Silav û stranek pesin ji serok Mesûd Barzanî û xwesteka wî bi roja nîşankirina referandomê ji bo dewletbûna Kurdistanê.. Silav û stranek pesin ji perlementoya Kurdistanê re, Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek pesin ji pêşmegeyên qehreman re, ku em bi xwîna wan gîhan vê qûnaxê.. Silav û stranek pesin ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. ji hezkirina kurdan re.

Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e.. Kurdistana ku me ji şînê diparêze, geşbîniyê di hinavê me de diçîne..

Mijde, va Kerkûk, Şingal, Zimar û Xaneqîn li maka xwe vegeriyan.. Kurdistan seranser rizgar dibe..

Pîroz be li Kurdên bi rûmet, va em dibin dewlet. Xewn û banga Ehmedê Xanî, bavê netewa Kurdî êdî nema xeyale:

Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..

Qamişlo, 20.07.2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket