Li Hemrînê 50 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

kurdistani 06:22 PM - 2014-07-23
ê 50 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

ê 50 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Li bakûrê Baqubê li gundên Hemrînê di encama êrişên asmanî operasyonên bejayî ên hêzên ewlekariya Êraqê de 50 çekdarên DAIŞ hatine kuştin.

Jêderekê ewlekariyê îro çarşemê ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Balafirên şer navçeyên gundên Hemrînê bombardiman kirin û operasyonên bejayî jî li hemberî tundrewên îslamî yên DAIŞ`ê meşandin û di encama operasyona leşkerî de 50 çekdarên DAIŞ a terrorist ku di nava wan de muftiyê şerî yê rêxistinê li gundê bakûrê Baqubê bi navê (Ebu Riyah Endilsî) tevî 4 çekdarên biyanî jî di nav de hatine kuştin.

Polîsê diyaleyê jî teqez li wê yekê kiriye ku piştî encamdana pişkînîna bedena muftiyê şerî` yê DAIŞ aşkira bûye ku ne sunet kirîbû û her weha 9 otombêlên tundrewan jî hatine ruxandin.

Jêderên dine jî diyar kirin ku di nava hêzên ewlekariyê de jî şehîd û birîndar hene lê rayedarên ewlekariyê aşkira nekirine.

PUKmedia/Baqube

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket