Fraksyonên Kurdî postê serokomar yekalî dikin

kurdistani 05:51 PM - 2014-07-23
Fraksyonên Kurdî postê serokomar yekalî dikin

Fraksyonên Kurdî postê serokomar yekalî dikin

Piştî civîna îro 23/7/2014 ya polîtburoya Yekîtiya niştimanî ya kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kongireyekî rojnamevanî hate saz kirin.

Di kongireya rojnamevanî de her yek li berpirsê desteya kargêrî ya polîstburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar û endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Dr. Roj Nurî Şawîs amaje bi pirsa hilbuijartina kandîdekî bo postê serokomarê Êraqê kirin û ragihandin ku heya niha ew pirs yekalî nebûye.

Berpirsê desteya kargêrî ya YNK Mela Bextiyar ragihand: hêvîdarim parlemanterên Kurd li Bexdadê kandîdê serokomar diyarî bikin.
Bextiyar got jî: Postê Serokomarê Êraqê esas bo Kurde û div ê xolê de jî para YNK`ê ye û ji alî me ve weku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 2 kandîdên me ên serekî hene bo postê serokomarê Êraqê û me navê wan daniye pêşiya fraksyonên Kurd li Bexdadê.

Ji aliyê xwe ve jî Dr. Nurî Şawîs ragihand: Giringe ku yek kandîd bo postê serokomarê Êraqê hebê, her weku em li Bexdadê beramber bi daxuyaniyên tund ên serokwezîrê Êraqê yek helwest bûn û ew yek helwestiya me jî berdewam dibe.

Her di kongireya rojnamevanî de her yek li Mela bextiyar û Dr. Roj Nurî Şawîs cext li wê yekê kirin ku eger postê serokomar ne jib o Kurd be ewê ji proseya siyasî a Êraqê bikşên.

PUKmedia/Lane Keşan – Zanyar Mecîd

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket