Bi wêne.. Leyla Zana serdana serok Mam Celal dike

kurdistani 05:04 PM - 2014-07-23
Bi wêne.. Leyla Zana serdana serok Mam Celal dike

Bi wêne.. Leyla Zana serdana serok Mam Celal dike

Îro 23/7/2014 parlemantera serbixwe a Amedê Leyla Zana û parlemanterê HDP Sirî Sureye Onder peyama serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan gîhandin serok Mam Celal.

Di nameyê de Ocalan dibêje ku nexwekeftina cenabê we ez gelek xembar kirime û cara dawî ku min hevdîtin li gel Leyla Zana û Sureye Onder kir ez agahdarî  bervebaşbûna rewşa tendirustiya we bûm.

Di dirêjahiya peyama xwe de Ocalan gotiye: Ew xebata dîplomatîk yê cenabî berêz ku heya niha di navbera me û cîranên me de birêve birî, îro heman xebat ji bo navxweyî yê me Kurdan pir pêwîst e. Îro dîrok tevgera siyasî ya her çar aliyên Kurdistanê destek dike tako ji bo gelê me pêşerojeke azad û serfiraz û bi hev re kar û xebat bikin. Hêviya min ew e ku ji bo destnîşankirina stratîjiyetek û helwestekî hevbeş, pir bi lez dest bi girêdana kongireya netewî bê kirin.

Abdulah Ocalan di beşek din a peyama xwe de ragihandiye: Ez zorspasî xelata Îbrahîm Ehmed dikim ku we pêşkêşî min kiribû û ezê bi berdewamî girêdayî wê bîrwarê bim.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket