Hunermend Hesen Sîsaweyî bi Heyranan bi nav û deng

kurdistani 04:17 PM - 2014-07-23
Hesen Sîsaweyî

Hesen Sîsaweyî

Navê wî (Hesen Resûl)e. Sala 1926'an li gundê (Arî Sîrek) ji dayik bûye.

Ji zaroktiya xwe de dest bi sitrana kiriye û bêtir bi Heyranan bi nav û deng e. Ev hunera wî ne bi dilê bavê wî bû û rê lê digirt, lê Xal Hesen dev ji hunera xwe berneda û dibe wek heyranbêjê dîwexana axayê Sîsawe û nav lê dibe (Hesen Sîsaweyî)
Di sala 1958'an heyranên (Xerîb im, Heyran Berbûm Le Bendê) li êstgeha Bexadyê tomar kiriye.

Hegerçi wekî Heyranbêjekî hatiye naskirin, lê di bwarê çîrokê de jî kesekî bi hêz û twana bû û çend çîrok gotine û dariştine, lê heta nuha nehatine belav kirin.

Hejmara karê hunerî yê H. Sîsaweyî pir in, lê gelek jê jî wê demê nehatibine tomar kirin û mixabin aniha bi tomarkirî peyda nabin.
Mixabin, Nuha Hesen Sîsaweyî tûşî nexweşiyê bûye û nikare li karê xweyî hunerî berdewam be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket