Hunermendê mezin yê Silêmaniyê Kerîm Kaban binase

kurdistani 04:14 PM - 2014-07-23
Kerîm Kaban

Kerîm Kaban

Navê wî (E'bdulkerîm Celal Mehmûd E'zîz Kaban)e. Sala 1927'an ji dayik bûye, destpêkê li (Hucre)yên ayînî xwendiye û piştre li dibistana (Feyseliye) û piştî temamkirina qonaxa seretayî, demekê bûye polîs.

Destpêkê wî li tîpa sirûdan ya dibistanê beşdarî kiriye, Di destpêka salên çilî de, dema Ingilîzan êzgehek li ber deriyê sera ya Silêmaniyê damezirandibûn, K. Kaban jî di wê êzgehê de sitran gotine, her di wê demê de jî yekemîn sitrana xwe ya bi navê (Le Rêyî Dildarî) ji bo radyoya Bexdadê tomar kiriye.

K. Kaban xwedî deng û şêwazekî taybet bixwe heye, ligel birayê xwe hunermendê şehîd (Qadir Kaban) di rêza pêşiyê de ne ku sitranên Kurdî û Folklorî ji nava malan birine ser textê şanoyan.
Tevî wê jî, di bwarê awazdanînê de kar kiriye û awaz ji bona piraniya sitranên xwe û sitranên hin hunermendên dîtir jî daniye.

Di jiyana xwe de, li gelek aheng û festivalan beşdariyê dike û çend caran jî hatiye xelat kirin.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket