Destê MÎT di veguhestina çekan de bo DAIŞ heye

kurdistani 04:53 PM - 2014-07-22
Destê MÎT di veguhestina çekan de bo DAIŞ heye

Destê MÎT di veguhestina çekan de bo DAIŞ heye

Çend saziyên ragihandinê yên Rojhilata navîn diyar kirin ku destê saziya hewlgiriya Tirkiyê MÎT di şerê bi ser Sûriyê de heye, û rola wê ew`e çek û cenbilxaneya ku têne kirîn veguhesîne û bide destê komên li Sûriyê şer dikin ku yek ji DAIŞ`e.

Parlemanterê Partiya Komerger a Gel ya Tirkiyê Bulent Tezcan tekez li ser wê yekê kir ku prosa veguhestina çek û cebilxaneyê ji Tirkiyê berve Sûriyê di bin siya MÎT`ê  û hikûmeta Partiya Dad û Geşpêdanê  bi şêweyeke birêkûpêk birêve diçe. Û got: Veguhestina çek û cebilxaneyê berve Sûriyê û radestkirina çek û cebilxaneyê ji komên terorê bi zebitnameyekê derbarê kamyonên balhilgir ên Tirkiyê de ku di destpêka sale de li Adanê hate tomar kirin.

Rojnama cumhuriyet a Tirkiyê ji ber devê Tezcan ku duh li parlemantoya Tirkiyê kongireyek rojnamevanî lidar xist ragihand ku: Di zebitnameya lêpirsîn de ya debarê çalakiya MÎT`ê de hate diyar kirin ku di 3 barhilgirên ser bi MÎT`ê ve ne ên li bajarê Aadane hatin rawestinan de navbera 25-30 moşek, 300-450 Bombe avêj û 20-25 roket ku hêja di sindoqan de bûn hatin tomar kirin. Û wiha pê de çû: Hate tomar ku ew çek bi riyên qaçax berve Sûriyê ve têne rêkirin û dighêjin dest rêxistinên terorê yên weku El-Qaîdê û rêxistina DAIŞ.

Her wiha rojnama Yurt a Tirk di lêpirsînekê de ku ji aliyê yek ji rojnamegirên wê ve li deverên li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ve di dest pêka vê salê de hate kirin, tekez li ser wê yekê kir ku desthilatariya Tirkiyê li ser veguhestina çekan berve Sûriyê ve û radestkirina wan çekan ji komên terorê re digrê, her wiha da xuya kirin ku ev tiştê Tirkiyê dike tewaneke navdewletiye û dest nîşan kir ku eger ev yel li ser Tirkiyê bête çepsandin dê Tirkiyê di cavê zagonên navnetewî de welatek be ku piştgiriyê dide terorê bête naskirin, rojnamê diyar kir ku tirkiyê roketên antî tank ên malê NATO `ne û ji aliyê kompaniya Roktsan ve hatine çêkirin radestê komên terorê kirine.

Ji aliyekî din ve parlemanterê CHP Mihemed Şikir hikûmeta Dad û Geşepêdanê bi vekirina deriyên sînor ji terorîstan re û piştgirî li terorîstan kirin tewan bar kir û did a xuyaniyên xwe ku di rojnama Yurt de dan bang li hikûmeta Ergonad kir destpêşxêriyekê pêş bixe û rê li ber beşdarbûna welatiyên Tirkiyê di refên DAIŞ de bigre û ev pirs kir: Nêzî 5000 welatiyiên Tirkiyê tevlî refên rêxtinên terorê bûne li Sûriyê ma ev yek bê agahiya dewletê hate kirin, û ka MÎT çidike?

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket