Keçkeke Rojavayê Kurdistan yekeme li astê Mîtfayid a Almanyayê

kurdistani 01:42 PM - 2014-07-22
Alçîn Zekî Îso yekem xwendkarê Mîfteyidê

Alçîn Zekî Îso yekem xwendkarê Mîfteyidê

Keçkeke Efrînî ya Rojavayê Kurdistanê, di xwendina bi destxistina berwanameya Ap Silus  yekeme li astê Mîtfayid a Almanyayê derket.

Di hefteya borî de, li bajarê Mîfteyidê ya Almanyayê, di encama teqîkirina xwendinê xwendina Ap Silusê ya zimanê Almanî, keçkeke kurd yê Kantona Efrînê a Rojavayê Kurdistanê, bi pileya yekemîm li ser asata bajarê Mîtfayidê ya Almanyayê derket.

Her wqeha keçka bi navê Alçîn Îso ku pir dereng jî tevlê qonaxa xwendina wî bajarî bibû, lê dikarî di encama teqîkirinê de, yekem be û her weha di zamanê Almanî de jî ji Almanyan baştir aniye ango ji %% bi dest aniye.

Hêjayî gotinê ye ku Alçîn Îso keça hunermendê Kurd Zekî Îso ye û ji Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Em jî bi navê dtafa PUKmedia`yê pîrozbahiyê li keçka kurd û malbat û Efrîniyan dikin bi boneya bi dest anîna pileyên baş li asta bajarê Mîfteyid a Almaniyayê.

Herêma Çiyayê Kurmênc (Kantona Efrîn)ê beşê herî rojava-bakurê Sûriyê ye. Ew li rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) ango senceqa Îskenderûnê (Hetay) dikeve.

 Ferehiya vê zeviya Efrînê, ji rojhilat heya rojava derdora 55 km e û ji bakur heya başur derdora 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê , di Meydan Ekbesê re derbas dibe.

Kantona Efrînê duyemîn kantona Rojavayê Kurdistanê ye ji aliyê mezinbûn û hejmara nîşticîhbûnê ve piştî Qamîşloyê. Di asta xwendinê de, jî pêşketî ye herweha herêmeke çandinê ye û bêhtir ji 25 milyon darên zeytûnê û 15 milyon darên henarê digel 3 milyon darên çeftelî û hejmareke mezin jî ji rez û darên din yên cur bi cur ji mêwyan hene.

Ji ber girîngiya cîgrafiya wê, ew herdem buye armanca êrişên hêzên tarîk û rêjîma Sûriyê, lê her liberxwe da û îro weke Kantoneke serkeftî, bixwe bi xwe kar û bar û rêveberiya xwe dike û di asteke bilind de, xwedî navû bang e.


PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket