15 welatiyên sivîl di şerê Helebê de jiyan ji dest dan

kurdistani 08:35 PM - 2014-07-21
 15 welatiyên sivîl di şerê Helebê de jiyan ji dest dan

15 welatiyên sivîl di şerê Helebê de jiyan ji dest dan

 Li gelek tax, dever û gundewarê Helebê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de şer û pevçûn berdewam in. Di encamê de 15 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ji duh evarê heta serê vê sibê balefirên rêjîmê bi bombeyan û bermîlên teqemenî êrîşî gelek dever û bajarokên Helebê kirin. Hin ji taxên ku hatine bombebaran kirin ev in: “Taxa Qerliq û kolana Eryan ên Heleba kevin, taxên Bab EL-Nesir, Qatircî, Mesekên Heneno, Heyderiyê, Biêdîn, Şear, Saxûr, Bustan Paşa, Ensarî Şerqî, Ferdos, Avahiya İstibarata Ezmanî, Eşrefiyê, Zehrit Ewad û Ên EL-Til, devera pîşesazî ya Şêxnecar yên bajarê Helebê.

Bajarokên Heyan, Hirêtan, Soran û Til Cibîn yê li bakurê Helebê, Wizêha yên başurê Helebê, derdora gitîgeha Muslimiyê û devera birêc ên bakurê rojhilatê Helebê, Foc 46 li rojavayê Helebê.” Di encama van êrîşan de zarokek bi giştî 15 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û herî kêm 25 kes birîndar bûn, her wiha zirarên madî jî bi sivîlan bûn.

Bajarokên Nibol û Zehrai yê li bakurê Helebê û taxa Şêxseîd ya li bajarê Helebê a di bin kontirola hêzên rêjîmê de ne, bi topên hawanê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hate topbaran kirin.  Di encamê de gelek leşkerên rêjîmê hate kuştin.

Li aliyê din çekdarên opozîsyonê navendên çeteyên DAIŞ’ê yên di gundê Xêtun a li nêzî bajaroka Exterîn a li bakurê Helebê bi çekên giran topbaran kirin. derbarê siyanan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket