Kurtejiyana kandîdên YNK bo postê serokomar

kurdistani 11:29 AM - 2014-07-21
Kurtejiyana kandîdên YNK bo postê serokomar

Kurtejiyana kandîdên YNK bo postê serokomar

Piştî çend civînan polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê duh danê êvarê postê berbijêrên postê serokomarê Êraqê yek alî kir û biryar da ku her du berbijêrên YNK (Dr. Fuad Mesum û Dr. Berhem Salih ) weku kandîd biçîne parlemana êraqê û me jî div ê babetê de kurtejiyana her du kandîdên Yekîtî bo postê serokomarê Êraqê bi we didin nasînê.

Jiyannameya Dr. Berhem Salih:

Dr. berhem Ehmed Salih di sala 1960`an de li bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Êraqê jidayîk bûye û li dawiya sala 1976`an pêwendî bi rêzên Yekîtiya niştimanî ya kurdistanê re kiriye.

Sala 1979 du car ji aliyê rêjîma be`s ve bi tometa pêwendiya bi rêzên tevgera riozgarîxwaz a kurdistanê li Kerkûkê hatiye girtin.
Piştî azadkirina ji zîndanê xwendina xwe a amadeyî bi serkeftî temam kiriye û pileya yekem li ser asta Kurdistanê û pileya sêyem li ser asta Êraqê bi dest xistiye û piştre ji ber çavdêriya hêzên emnî, Êraq bi cî hêştiye û berê xwe daye Birîtanya.

Destpêka salên 80`an bûye berpirsê YNK li Londonê paytexta Birîtanya. Xwendina zanîngehê temam dike û bawernameya bekaloryos li endazyarî medenî û bînasaziyê di sala 1983`an de li zanîngeha Kardiv li Birîtanya bi dest dixe.
Dr. berhem Salih, di sala 1987`an jî bawernameya diktora di biwarê amar û praktîzeyî computer li endazyarî giştî li zanîngeha Lîverpol li birîtanya bi dest xist û weku endazyarê rawêjkar li kompaniyekî ewrupî kar kiriye.
Sala 1992 di kongireya YNK de bi endamê serkirdayetiyê hate hilbijartin û erkê birêvebirina mekteba pêwendiyan li Emerîka pê hate spartin.
Dr. Berhem nûnerê yekemîn kabîneya hikûmeta herêmê bû li piştî hilbijartina yekemîn parlemana Kurdistanê di sala 1992 û bû bi berpirsê pêwendiyên derve li Emerîka li Waşinton.

Di navbera 2001 ta nîvê sala 2004 serokê encûmena wezîran a hikûmeta Herêma kurdistanê bûye.

Sala 2004 cîgirê serokwezîrê hikûmeta demkî a Êraqê bûye û piştre di sala 2005`an bûye wezîrê plandananê li hikûmeta intîqalî ya Êraqê û piştre jî bûye bi cîgirê serokwezîrê hikûmeta hilbijartî a Êraqê  (Hikûmeta Nurî Malikî) di karûbarên aborî de.


Piştî hilbijartinên 25/7/2009 bû bi serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Dr. Berhem Salih xwediyê torekî berfereh ê pêwendiyên Kurdistanî, Êraqî û herêmayetî û navdewletiye û weku siyasiyekî miyanrew li gel hemû hêz û rewtên siyasî ên welat de vekiriye û xwediyê pêwendiyekî xurte li gel navendên mîdyayî û ronakbîriyê ye.

Li dawiyê jî eve maye em bêjin ku Dr. berhem Salih xêzandare û bavê kurek û keçekê ye.

Jiyanameya Dr. Fuad Mesum:

Mihemed Fuad Mesum Hewramî kurê Amînexanê ye û bi (Dr. Fuad Mesum) tê naskirinê. Hevalê zaroktî û gêncîtî û pêşmergayetî yê Mam Celale. Di sala 1938`an li bajarê koyê yê başûrê Kurdistanê jidayîk bûye.

Dr. fuad Mesum di temenê 18 salî de li dibîstanên olî yên Kurdistanê de xwendiye. Sala 1958`an diçe Qahîrayê û li zanîngeha Ezher dest bi xwendina zanistên îslamî dike û bawernameya bbekaloryos û master bi dest dixe û piştî wê bawernameya diktorayê li heman zanîngehê li ser felsefê bi dest dixe.

Dr. Fuad endamê hizba komonîst ê Êraqê bû, lê belê piştî ku diçe Sûriyê û li gel sekreterê hizba komonîst a sûriyê Xalid Bekdaş dibîne û helwesta wî libarê pirsa Kurd e dizanê dev ji komonîstiyê berdide û di sala 1964`an de dibe endamê Partiya Demokrata Kurdistanê.
Sala 1973 - 1975`an li qahîrê nûnerê Barzanî û şoreşa Kurdistanê dimîne.

Di sala 1976`an yek ji damezrênerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bûye û heya sala 1992`an jî sekreterê Yekîtiya Şoreşgeran bûye.
1992`an buye bi serokê yekemîn kabîneya hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

2003 piştî ruxana rêjîma sedam Husên çuye Bexdadê û endamê şanda nûneratiya başûrê Kurdistanê buye.

2004 serokê yekemîn parlemana demkî a Êraqê bûye.

Serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî li parlemana Êraqê bo 2 xolan buye.

Li dawiyê jî Dr. Fuad Mesum li gel Ronak Ebdul Wahid Mistefa piştî 60`an hevsergîrî kiriye û bavê 5 keçan e her weha bavê kurekî jî bû lê kurê wî di temenê gêncîtiyê de jiyan ji dest daye.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket