Salvegera şoreşa Rojava li Nagînskê bi konserekê hat silavkirin

kurdistani 04:50 PM - 2014-07-20
Salvegera şoreşa Rojava li Nagînskê bi konserekê hat silavkirin

Salvegera şoreşa Rojava li Nagînskê bi konserekê hat silavkirin

2. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li navçeya Nagînsk a Moskowê bi konserekê hat pîrozkirin. Di konserê de êrîşên DAIŞ'ê jî hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li navçeya Moskow Nagînskê dijîn bi mesebesta 2. salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê di konserekê de hatin cem hev.

Konsera ku duh êvarî saet di 19:00’an de li Mala Çand û Hunerê ya Gluxovo hat li darxistin ji Moskowê jî gelek Kurdistanî beşdar bûn. Konser bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîona azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku tekoşîn û xebatên gelê Rojava vedibêje hat nîşandan. 

Di konserê de Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê, Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev, nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Rûsyayê Abdûlselam Mihemed Elî û gelek rayedarên din amade bûn. Li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin.

Cîgira Wezîrê Karên Deve Emîne Osê di axaftina xwe ya li vir de got: “Gelê Rojavayê Kurdistanê du sal beriya niha azadiya xwe ji hemû cîhanê re ragihand. Neyarên gelê Kurd xwe li van destketiyên Kurdan ranagirin, lewma bi hemû hêza xwe êrîşî Rojava dikin. Lê îro Kurdên li hemû deverên cîhanê dijîn ji bo Rojava li ser piyane. Ev yek jî baş dide aşkerakirin ku Rojava ji bo gelê Kurd tê çi wateyê.”

Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev jî di axaftina xwe de got ku pêwîste beriya her tiştî gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û axaftina xwe wiha dewam kir: “Kurdistan di pêvajoyek pir girîng re debas dibe. Ger di vê pêvajoyê de rêxistinên Kurd xwe nekin yek û yek siyasetê nedin meşandin wê ev destketiyên ku bi bedelên mezin hatine bi destxistin tune bibin. Ji bo her çar parçeyê Kurdistanê azad bibe û bi awayekî demokratîk û wekhev xwe rêxistin bike pêwîstî bi yekitiyê heye.” 

Piştî axaftina Hunermend Berfîn Mamedova, Bermal Çem, Celal Amed, Lîl neGGa, Mirze Axa, koma ciwanê Rojava û hunermendê heremî derketin ser dikê. Konser bi govend û stranan heya derengê şevê dewam kir.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket