Li Misrê 21 leşker hatin kuştin û sê roj şînî hate ragihandin

kurdistani 10:07 AM - 2014-07-20
Li Misrê 21 leşker hatin kuştin û sê roj şînî hate ragihandin

Li Misrê 21 leşker hatin kuştin û sê roj şînî hate ragihandin

Serokkomariya Misrê piştî di encama êrişekê de 21 leşkerên Misrê hatin kuştin sê roj şînî ragihand.

Li devera Wadî El-Cedîd a dikeve başûrê rojavayê Misrê li dijî yek ji baragehên leşkerên artêşa Misrê êrişek pêk hat di encamê de 21 leşkaran jiyana xwe ji dest da, wekî din di nav yek ji otombêlên di êrişe de cih girtine ala rêxistina El-Qaîdê hate dîtin, rayedaran li ser vê yekê dan xuya kirin ku ev al diyar dike ku destê komên Îslamî yên tundrew di êrişê de heye, jêderên ji deverê dan xuya kirin ku êrişkaran çekên RBC û top di êrişê de bi karanîn, artêşa Mirsrê ji aliyê xwe ve piştî êrişê li deverê di nav hêzên leşkerî rewşa amadebaşiya bilind ragihand.

Artêşa Misrê bi beyannameyekê ku li ser rûpela tora civakî Facebook hate belav kirin ragihand ku di encama êrişa komên çekdar de 21 leşker hatin kuştin û 4 birîndar ketin, her wiha 4 çekdarên êrişkar hatin kuştin û 2 otombêlên bombebarkirî hatin dest serkirin.

Serokkomartiya Misrê ji aliyê xwe ve piştî êriş pêk hat û 21 leşkerên Misrê hatin kuştin sê roj şînî li welat ragihand.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket