Vegera Hêviya Gel
kurdistani 08:20 PM - 2014-07-19Vegera Hêviya Gel
Piştî ku Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî ragihand ku wê roja şemiyê 19-7-2014`an, rêzdar serok Mam Celal bi tenduristiyeke mbaştir vegere axa welat.
Îro roja înê 18-7-2014`an, Qubad Talebanî di derbarê vegera serookmarê Êraqê de ji PUKmedia`yê re got: Serok Talebanî bi tenduristiyeke pir baş e û wê vegere welat û gelê me dikare dest bi ahengên dilxweşiyê bikin û gule û çekkan bi karneyên.
Her weha nûsîngeha serokkomar jî wiha li ser navbê cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî da bû ragihandin ku serok Talebanî wê roja şemiyê vegere axa welat.
Her weha ji bo girîngiya vegera serokkomar û sekreterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, serok Mam Celal ji axa welat re, em dikarin bi hev re li gotin û nêrînên siyasetmedarên Herêma Kurdistanê bişopînin tako ji nêzîk ve ta çi radey girîngiya xwe û bandora xwe li ser asta Êraq û Herêma Kurdistanê heye.
Politburoya YNK`ê ji bo vegera serok Mam celal, di daxuyaniyekê de, got: Mam Celal.. Çavê Kurdistanê li benda vegera we bû
Gelek nemaye ku serok Mam Celal.. Serokkomarê Êraqê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi balafira xwe ya teybet vegere welat.
Bi hemû giranî û wateya gotinê vegere we pîroze be Serokê hêja, hemû dewlet û hêzên siyasî û bi teybet netewa Kurd û gelê Êraqê bi hêviyê û li benda vegera Serok Talebanî ne. Helbet hemû Yekîtîgerji ber vegera rêber û mamosteyê xwe dilxweşin bi teybet ji ber ku Mam Celal di nav van helûmercan de vegeriya Kurdistan û Êraqê. Ev veger, vegera Mam Celal di navbera salên (1976-1977) tîne bîra pêşmerge û Gelê Kurdistanê, di demekê de ku hemû gel li benda mizgîniya vegera rêberên şoreşa nû bûn, wê demê Mam Celal bi kopal vegeriya, lê wî ta Raperînê û ketina rêjîma Sadam û çepsandina federaliyê li Êraqê xebat û tekoşîna xwe berdewam kir.
Gelê Kurdistanê!
Hevalên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê!
Polîtburoya YNK`ê û bi navê hemû endamê YNK`ê ji dil ve pêşwazî li vegera Serok Mam Celal dike, çi li Kurdistanê be yan di nav gel de be û dostên me debe, hêviya me ew`e ku rewşa tendirustiyia Serok Mam Celal pir baş pêşve biçe.
Em spasî li hemû dewlet, partî û kesayetiyan dikin û welatiyên bi vedera serok Mam Celal beteweriya xwe diyar kirin yek bi yek em spas dikin.
Bi xêr hatî Mam Celal, çavên me rûndikên hêviyê û dilxweşiyê ji ber hatine we bi tendirustiyeke baş dirjînin.
Barzanî: Bi vegera cenabê Mam Celal xweşhalim
Serokê Herêma Kurdistanê serok Masûd Barzanî bi bona vegera Serok Mam Celal bo Kurdistanê peyamek da û da xuya kirin ku ew gelekî xweşhale bi vegera canabê Mam Celal.
Ev e deqa peyama serok Mesûd Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Nûçeya vegera birayê minê birêz cenabê Mam Celal ya Kurdistanê min gelek xweşhal kir û hêvîdarim xwedayê mezin şîfayê tevahî bidiyê.
Nexweşiya rêzdar kelênekî mezin li proseya siyasiya Iraq û Kurdistanê bi cîh hiştibû. Bi dilniyayiyê ve vegera cenabê wî dibê sedema pêşketina yekrêzî û birayetiya zêdetirê di navbera hêzên Kurdistaniyan bi taybetî ku gelê me bi qonaxekî hestiyar û yek alîker da derbas dibe
Dr. Berhem: Bi xêr hatî Mamê me hemûyan
Dr. Berhem Salih ragihand ku cîhê Mam Celal di dil û derunê xelkê de bê nimûneye, ji bo vê jî ew tenê serkirde û rêberek nîne belku mamoste û rênîşanderekî mezine.
Îro 19/7/2014`an Dr. Berhem Salih li lapera xwe ya li tora civakî a Facebookê bi helkefta hatina serokomarê Êraqê Mam Celal, peyamek bela kiriye û têde nivîsiye: Îro piştî seferekî dûr û dirêj a çareseriyê, rêber û serkirde û Mamê me hemuyan cenabê Mam Celal dighêje axa niştiman.
Dr. Berhem Salih dibêje: Ez bawerim vegera ew rêberê han yê xweşewîst cihê dilxweşî û mizgîniyek mezine bo hemû xelkê Kurdistanê û Êraqê û dema ji bo çareseriyê sefer kir hemû aliyek bi peroşî çaverêya bîstina nûçeya hatina wî û baştirbûna tendirustiya Serok Talebanî bûn.
Dr. Berhem nivîsî: Cihê Mam Celal di dil û derunê xelkê de bê nimûneye bo me jî tenê serkirde û rêberek nîne bo karwana serwerî û tejî bîranînên xebata xebata gelê Kurdistanê bo azadî û demokrasiyê belku mamote û rênîşanderekî mezine ku li ezmûn û şarezayî û ji hîkmeta wî em gelek tişt fêrbûn.
Li dawiya peyama xwe de Dr. Berhem Salih dibêje: Dubare bixê bê Mamê me hemuyan, mijde li hemuyan bo hatina rêberê me yê mezin û hertim serbilind û şad û leşsax bê bo gelê Kurdistanê.
Mehmûd Senagawî: hatina Mam Celal wureya pêşmergeyan bilintir kir
Mehmûd Senagawî ji PUKmedia`yê re daxuyan ku nûçeya serok Mam Celal wureya pêşmergeyan bilintir kir.
Endamê Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Fermandarê giştî yê mîhwerê Germesêrê li Kerkûk û Diyalayê Heval Mehmûd Sengawî ragihand ku nûçeya vegera serok Mam Celal, dilê pêşmerge û wureyên hemûyan xweş û geş kir.
Sengawî di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku serok Mam Celal wek çetrê hemû pêkhatên cuda yê Êraqiyan e û herdem çetrê komkirina hemû Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye û yê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ye.
Her weha di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Sangawî dazanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di eniya şerê li dijî neyarên Kurdistanê dicengin û bi wureyeke pir mezin û bilind pêşwazî li vegera serok Mam Celal dikin ku di demekê de ye serok Mam Celal Talebanî tevahiya temenê xwe di riya tekoşîna azadî û rizsgariya gelê Kurd de fedakiriye.
Sengawî hîvî kir ku serok Mam Celal bi tenduristiyeke baştir vegere welat û hewlî ew aloziyên ku di nav Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û yê aliyên din yê siyasî Kurdistan û Êraqê çaereser bike.
Di dawiya axiftina xwe de, Mehmûd Sengawî got: "Bi helkefta vegera serok Mam Celal ji derve bo axa welat, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe û pêşmergeyên Kurdistan yên li ser kurdeyetiyê canê xwe di sengerên şer û berevaniya li axa û nîştiman dikin, û li tevahiya endam û alîgir û hevalên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê jî dikim".
PUKmedia
.
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19