Kemal di nameyeke xwe de behsa girîngî nedana bi zimanê Kurdî dike
kurdistani 08:24 PM - 2014-07-13Kemal di nameyeke xwe de behsa girîngî nedana bi zimanê Kurdî dike
Nivîskar û rewşenbîr û zimanzanê Kurd Kemal Tolan di nameyeke xwe de, sedemên nenivîsandina kurdên Bakurê Kurdistanê bi zimanê Kurdî di Facebookan de dike. Werin em bi hev re naveroka nameya berêz bişpînin.
Dem baş birayê hêja,
weke ku min gotibû, ez di Facebookê de na nivisînim, lê carnan li goriya derfetê bala xwe berdidime ser çend rûpelên hinek rêxistin û kesayetên ku mîna te rêzdarin!
Niha jî vê pirsa ku te kiriye“ Bo çi piranîya kurdên Tirkîyê û Kurdistana Bakur di Facebookê da nivîs, şiroveyên xwe bi tirkî dinivîsin, lê tu kurdekî Ermenîstanê bi ermenî nanivîse?“, bala min kişande ser xwe û ez jî dixwazim vê kurte bersiva xwe cardinê ji te ra bişînim. Gava ku ev bersiva bidilê te be û tû bikarîbî wê di rûpelê xwe de biweşînî, ezê gelekî şad bim !
Min hîna di 04.07.10 û 19.02.13 de bersiva vê pirsa te weha dabû:
„ - Ez jî mîna seydayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim ... “HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN„! www.kurdishinstitute.be/ez-ji-mina-seydaye-mezin-rahmetiye-cigerxwin-...
„Gava ku kevneşopên bingeha ol û civakekê neyêne jiyankirin(weke ku rahmetiyê dê û bavê te kirine..), wê zarok û ciwanên civakê jî nikaribin bi zimanekî xerîban tenê, van pirsgirêka nasname ya ol û netewiya xwe bi ramanên xwe çareser bikin, sedûhedên wê ol û civakê biparêzin.
Vêca, ji ber ku gelek Kurd-Êzdî girîngiyê nadine van nirxandinên min, ez niha dixwazim hinek nirxandinên psîkoanalîtîkî xerîban, yê mîna „Sigmund Freud, ku bijîşk, pisporê derûnînasiya kûr û navdarê psîkoanalîtîka sedsala 20emîn e“, pêşkêşî we hêjayan bikim û hêvîdarim ku hûn bala xwe bidine vî psîkoanalîtîkî, ka wî çi li ser pirsgirêkan „derûnînasiya kûr „ gotiye?
Belê Sigmund Freud e dêje, „- zarok di binbîra xwe de pak û zelale. Qirêc û gemarî û başî ji mezinên xwe hîn dibe. Kes û cihan eger dostane bin, hevre nekesî ne mumkun e. Kes bi mêjoyê xwe û aqlê xwe û bîr a xwe dewlemend e. Eger kes mêjo yê xwe re îxanêt neke, ew him ji bo xwe, him jî ji bo gelê xwe nîmetek mezin e. Her zarok di mêjo yê xwe de cîhanek mezin e. Jiyana koledarî de zarok di nav kesên bêkes de zelalî û mezintî ya xwe wenda dikin“ Berdewam di: http://www.welatperwer.com/gava-ku-kevnesopen-bingeha-oleke-kemal-tolan/
„Asîmlebûna Kurdên ku, li herêmên Kurdistanê û li diyaspora yê dijîn, ne tenê gunehê dewleta dagirker û welatê ku em lê dijîn e.“
http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/li-ser-cand-zargotina-kurd-h2175.html
Bila Xwedê qedir , marîfeta te hîn bilintir bike û tû tevî hezkiriyên xwe gelekî sax bî !
Bi baran silav û rêz,
birayê te K.Tolan
13.07.14
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19