Kobanê, erkên nû dixe pêş ENKS û EGRK..... Dawud Çîçek

kurdistani 02:03 PM - 2014-07-11
Dawud Çîçek

Dawud Çîçek

Li Herêma Kobanê şerê man û nemanê tê kirin û berxwedana keç û xortên Kobanê di asta herî bilind de berdewame, çeteyên êrişkar ên DAIŞ ji hawîrdor ve bi awayekî hovane hicûmî Kobanê dikin û dixwazin Kobanê qir bikin û li ser nexşeya dewleta xwe ya îslamî nehêlin.

Li hemberî van êrişên hovane ên çeteyên DAIŞ erkên nû dixe pêşiya her du encûmenên Kurdî ya (Niştimanî ya Kurd ENKS û Gelê Rojavayê Kurdistanê EGRK) di vê rewşa hestyar û dijwar a man û nemanê û şerê rumetê ya kurd li hemberî dijminên gelê Kurd û mirovatiyê ew jî yekîtî û yekrêzî û yek helwestî û hevxebata parastina Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd li vî parçeyê Kurdistanê ye. Çendîn nakokî û xîlaf jî hebin divê hemû bidin aliyekî û bi rihekî biratî û Kurdewarî, pêşmergatî û gerîlatî hev û du hembêz bikin û nehêlin ji vê zêdetir xwîna kurdan bê rijandin û rê li ber êrişên hêzên tarî û terrorist û ên rêjîma sûriyê bigrin. Ji ber vê jî seferberiyekî giştî bo Rojavayê Kurdistanê û Kobanê bi taybetî di ware (Dîplomasî, siyasî, aborî, leşkerî, çapemenî…..htd) de pêwîste û giringe.

Gelî bira û hevalên hêja li Encûmena Gel ya Rojava û Encûmena Niştimanî ya Kurd, îro roja yekalîkirina helwestên netewperwerî û kurdeweriyêye, ger di rojên teng û qonaxên çarenûsaz em li gel hev nesekinin û pişta xwe nedin hev, dîrok û gelê Kurd wê tu kesî efu neke, jibo vê jî bo rê li ber yekîtiyê û baweriya bi hev bê ava kirin bi dîtina min pêwîste, hemû serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS li hemû navçeyên ku lê hene berê xwe bidin çeperên pêşîn ên şervanên YPG ku bi şev û roj li wan sînoran nobedariya herêmên Rojava dikin û destxweşî û piştgîriya wan bikin daku ew weha hest bikin ku ew amadene xwîna xwe bo tevahiya gelê xwe feda bikin û daku serkirdeyên siyasî jî bizanin şervanên wan di çi şert û mercan de bi şev û roj bi tî û birçî di serma û germayê liber xwe didin û berevaniyê li axa welatê xwe dikin.

Di baweriya min de ew gav dê destpêkek baş be bo şikandina ew qeşaye ku cudahî xistiye nava pêkhate û partiyên Rojavayê Kurdistanê de, jiber ku rûniştina ser qenefa (Keneba) û siyaset kirin û xebata siyasî û dîplomasî û rojnamevanî gelekî cudaye ji rawestandina di çepera şer de û nobedariya û berevaniya li axa welêt.. Dive berya her tiştî ENKS xebat û berxwedan û têkoşîna şervanên YPG pîroz bibîne û wan bi zarok û kurên gelê xwe bibîne ne ya hizbekî yan jî ya aliyekî siyasî… eger weha nebe parçebûnek mezin wê di nava civaka me ya Rojavayê kurdistanê de çê bibe, hinek wê fedekarî bikin û hinek jî wê li ser fedakariyan rûnin … eve jî metirsîdar e.

Her weha erkê ku dikeve ser mile Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê jî hembêzkirina ENKS ye, raste bangewaziya wan bo tevlîbûna seferberiyê tê kirin wekî ku ew his dikin hûn wan biçûk dibînin û çi hesaban bo wan nakin nêzîk dibin. Di baweriya min de tenê bawerî bi rêbaza leşkerî û berxwedanê serkeftinê nayine belku yekîtiya gelê Kurd û bi beşdarbûna hemû kurdekî Rojava û xwe xwediyê wê şoreşê dîtin û yekrêziya mala kurd serkeftin bi dest dikeve.

Îca bi dîtina min dema wê hatiye ku Encûmena Gel a Rojava jî li hin rê û rêbazên jihev nêzîkbûnê û lihevhatinê weku destpêşxweriyekê pêş bixe. Ji ber ku erkê parastina Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd li wî parçî, ne tenê yê partiyekê yan pêkhateyekê ya a neteweyekê ye, belku ya hemû gelê li ser wê axê dijînê ye. Bi rihekî pêşmergayetî û Gerîlatî divê destkeftî û axa rojava bête parastinê.

Bi baweriya min karê sereke ya tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê ewe ku bilez divê her du encûmenên Kurdî (ENKS- EGRK) lihev bicivin û her weha her du alî jî bernameyên xwe bi aşkirayî ji raya giştî a gelê Rojava û Kurdistanê re jî aşkira bikin û hemû bi hevre xizmet û alîkariya gelê Kurd ê ku di şerekî dijwar re derbas dibe û bi qeyrana aborî û jiyanî û penaberî re rûbi rûye kar û xebatê bikin, êdî gelê Kurd ji bilî vê yekê tiştekî din wê qebûl neke. Di baweriya min de eve dê derfeta dawî be bo tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku biryara xwe a rasteqîne bide. ne bi gotin belku bi kirdar.

Dawud Çîçek: Nivîskar û Rojnamevan

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket