Artêşa Rûsya yekemîn robotên leşkerî dikare bistîne

kurdistani 11:15 AM - 2014-07-08
 Artêşa Rûsya yekemîn robotên leşkerî dikare bistîne

Artêşa Rûsya yekemîn robotên leşkerî dikare bistîne

Endamê komîsiyona Pêşesaziya –Leşkerî ya Rûsya Olêg Martiyanov ji rojnamavanan re ragihand ku hilberîn û dabînkirina robotên leşkerî ji bo artêşa Rûsyayê wê ne kêmî sala 2019 bê detpê kirin

Endamê komîsiyona Pêşesaziya –Leşkerî ya Rûsya Olêg Martiyanov ji rojnamavanan re ragihand ku hilberîn û dabînkirina robotên leşkerî ji bo artêşa Rûsyayê wê ne kêmî sala 2019 bê detpê kirin.

Li ser çekên nû pisporê Navenda analîzên stratejîk û teknolojiyê Vasîliy Kaşîn van zaniyaran dide: `Vê gavê artêşa Rûsyayê numuneyên cur bi cur yên rêvebirina ji dur ya makînên leşkerî yên bi çek û komplêksên dijî moşekan dicerbîne. Di perspektîvê de artêşa Rûsyayê pilandike ne tenê makîneyên ji dur têne birêvebitin bikire, her wiha yên ku dikarin di rêjîma otonom an jî otomotîk kar bikin, bistîne.

Ew tê wê wetayê ku makîne bi xwe hedefan îdentefîke bike û biriyara bikaranîna çekan bêy beşdariya opêrator bistîne. Yekemîn bikaranîna robotên leşkerî li ser erdê Îsryîlê hatin cerbandin. Otomobîlên bê pîlot `Guardium` ji bo parastina objeyên girîng di nav de balafirgeh têne bikaranîn. Îsrayîl baleke mezin dikşîne ser deranîn û pêşxistina klassa han ya teknîkî. Lê piraniya robotên Îsrayîlî ji bo bêzerarkirina mahînan û dewriyê têne bikaranîn. Xuyaye ku derhênerên rûs van robotan wek teknîka lêdanê li dijî sestêma moşekan dibînin`.

Wek tê zanîn ku opêratorê teknîka lêdanê ya dijî moşekan pir hesase, ji ber ku ew di qada dîtina raste rast tê bicîh kirin. Bikaranîna komplêksa bê pîlot derfetên nû ji bo bikaranîna wê ya taktîkî dide. Îro li Rûsyayê derfeta avakirina mezintrîn komplêksa bi robot ya ku xwediyê rokêtên dijî tankane ya bi otomobîla zirxpûş a bi navê `Tîgir` tê venêrîn. Varîanta komplêksa `pîlot` ya dijî tankan a bi navê `Kornêt-Em` li ser esasê `Tîgir` hatiye deranîn.

Makîna han 16 rokêtan hildigire nav xwe de û dikare çawa li dijî tankan wusa jî li dijî hêzên bejayî yên rikber bê bikaranîn. Di varîanta bêpîlot makîne dikare ji bo pêkanîna çalakiyên `xwekujiyê` di nav dijminan de pêk bê, ew destpêkê zerarê digîne dujmin piştre bi xwe tê tunekirin. Hêjaye bê bibîrxistin ku `Tîgir` berê li Çînê bi lesenza Rûsyayê ve hatiye komkirin û wê bandoreke mezin li ser xebatên Çînê yê avakirina zirxpuşên sivik kiriye. Teknolojiyên bi avakirina komplêksên bê pîlot li erdê yan jî komplêksên robot, dikarin di berjewendiyên Çînê bin, ji ber ku metirsiyên terorîstîk li Çînê zêdedibin.

Makînayên bê pîlot ji bo dewriya dirêj yan jî parastina noqtên sînor ku şertên hewayî derfeta bicîh kirina li wur hêzên zindî nade, sudmendin. Tê zanîn kû pêşesaziya Çînê bi xwe jî li ser variyantên cur bi cur yên robotên ser erdê xebatê dike, numune analoga robotê transportê yê Amerîkî `Big Dog` tê avakirin. Tê zanîn ku Çîn di avakirina navgînên pê pîlot li pêşiya Rûsyayê ye, lê di warê deranîn û hilberîna robotên ser erdê herdû welat jî, di destpêka rêdane. Rewşa wiha derfetên sudmend dide ji bo yekgirtina hewildanên herdû wel

PUKmedia-D-R

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket