Helebçe: 27`mîn salvegera kîmyebarankirina Serdeşt hat li darxistin

kurdistani 07:42 PM - 2014-06-28
Helebçe: 27`mîn salvegera kîmyebarankirina Serdeşt hat li darxistin

Helebçe: 27`mîn salvegera kîmyebarankirina Serdeşt hat li darxistin

Îro roja şemiyê, 28-6-2014`an, li bajarê Helebçe`yê, 27`mîn salvegera kîmyebarankirina bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê hat li darxistin.

Bi amadebûna qayîmeqamê Helebçe û hejmarek ji rêveber û xwediyên şehîdan û komeleya qurbaniyên Helebçe`yê, di merasîmeke taybet de 27`mîn salvegera kîmyebarankirina Serdeşt bi bîrhat.

Di destpêka wê merasîmê de, xuleke bêdeng li ser rihê şehîdên Helebçe û Serdeşt destpê kir ûpiştre jî gotara qayîmeqam û  komeleya qurbaniyên Helebçe`yê û Serdeşt û parêzerên wê dosyayê  hat xwendin û ew tawan û komkujî dizanin û weke xwîşka Helebçeyê hat bi nav kirin.

Di wê barê de, Qayîmeqamê Helebçeyê Erkan Hesen ji PUKmedia`yê re ragihand ku Eger Helebçe buye nasnameya mezlumiyeta gelê Kurd û sembola qurbaniyên gelê me, ew e Serdeşt jî beşeke li wê qurbaniyê û di vê salvegerê de, em serê xwe li ber wan qurbanî û şehîdan dîdinin û  hevxemiya xwe jî ji bo malbatên şehîd û qurbaniyên bajarê Serdeştê nîşan dikin.

Di wê barê de jî, serokê Komeleya Qurbaniyên Helebçe`yê Luqman Ebdulqadir ji PUKmedia`yê re ragihand ku em bi navê komeleya xwe ji malbat û xizmên şehîd û qurbaniyên komkujiya Serdeştê re sersaxî û dilhênikiyê dixwazin û ji birîndarasn re jî cansaxiyê dixwazin.

Luqman aşkire kir ku Serdeşt bajarekî Kurdî ye û hem Êran û hem civata navnetewî li hemberî wê tawana mezin ya nemirovî bêdeng bûn. Ev yek we kir ku êdî rêjîma Êraqê çavsor bibe û dest bi lêdana bajarê Helebçeyê bike û ji ber vê jî, em bêdeng nebûn û ji mafê me ye ku nîgeraniya xwe di wê barê de, arasteya civata navnetewî bikin.

Hêjayî gotinê ye ku 27 salan berê ango di roja 28-6-1987`an de, bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê çar firokeyên cengî yên rêjîma Êraqê ve hat kîmyabaran kirin û di encamê de, 131 welatiyên sivîl yên Kurd şehîd bûn û 8000 welatiyên din yên Kurd jî birîndar bûn. Her weha her sal ew komkujî ji aliyê rêxistin û malbat û xizmên wan qurbaniyasn ve tê bi bîranîn.

PUKmedia-Ferhan Hemexan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket