Kelha Hewlêrê di nav pêmahiyên cîhanê de cih digre

kurdistani 08:30 PM - 2014-06-21
Kelha Hewlêrê di nav pêmahiyên cîhanê de cih digre

Kelha Hewlêrê di nav pêmahiyên cîhanê de cih digre

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî îro şemiyê ragihand ku Kelha Hewlêrê bi rengekî mayînde ket nav pêmahiyên cîhanê, piştî  ku ji sêlan ve bi rengekî demkî di nav lîsteya pêmahiyên cîhanî de cih girt.

Parêzgarê Hewlêrê bi beyannameyekê ku PUKmedia wêneyek jê wergirt ragihand ku îro li paytexta Qatar Dewha rêxistina UNESCO ya ser bi NY ve ye,  ew yek pesend kir ku Kelha Hewlêrê bi rengekî mayînde bike nav lîsteya pêmahiyên cihanî û tekez kir ku ji vir û pê ve Kelha Hewlêrê bi fermî di nav pêmahiyên cîhanî de cih digre.

Kelha Hewlêrê beriya zayînê ji dema Aşûriyan ve hatî avakirin, 415 m ji deryayê ve bilind e, ji bajarê Hewlêrê ve 26 metre bilinde ferehiya wê 102.190 metre2 ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket