Kar û xebata Kantona Efrînê bi Dengê Emerîka`yê nas bikin

kurdistani 01:03 PM - 2014-06-21
ar û xebata Kantona Efrînê bi Dengê Emerîka`yê nas bikin

ar û xebata Kantona Efrînê bi Dengê Emerîka`yê nas bikin

Radyoya Dengê Emerîka`yê li Efrînê dest bi hevdîtin û hevpeyvînên nirxdar dike û bi awayekî beş bi beş di raportên dengî de diweşîn e.

Piştî serdana rojnamevanê Kurd yê Dengê Emerîka`yê rêzdar Robîn Reşvan bo Kantona Cizîrê, vê carê jî, berê xwe daye Kantona Efrînê.

Her weha li wê deverê dest bi hevdîtin û hevpeyvînên bi nirx kiriye û gelek ji hevyevînên Rojnamevan Robîn Reşvan digel berpirsên hikûmeta Kantona Efrînê li ser rewşa giştî ya xizmetgûzarî û pêşeroja xelkê deverê û peywendiyên Kantonê û berferehkirina kar û xebatê wê û her weha li ser rewşa jina Kurd û rola wê di rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi giştî û Kantona Efrînê bi taybetî.

Hinek ji wan raportên dengî yên ku Dengê Emerîka`yê digel rêvebir û berpirsên sazî û deste û wezîrên Kantona Efrînê kiriye û bi vê awayî ji we re tînên ser balê we.

-Hevpeyvîna ligel Berpirsê Peywendîyên Derve yê Kantona Efrînê Suleyman Cafer e bû.

Di hevpeyvîna taybet de Suleyman Cafer, Berpirsê Peywendîyên Derve yê Kantona Efrînê agahîyên girîng li ser peywendîyên ligel kanton û welatên cîran dide.

Birêz Cafer dibêje tevî hebûna amborgoyeke xurt li ser Efrînê, gel li berxwe dide û jîyana xwe didomîne.

Cafer dîyar dike ku nebûna derîyeke fermî ambargoya heyî xirabtir dike.

"Em bang li Tirkîyê dikin ku derîyeke fermî li Efrînê veke ku bazirganî di navbera me wan de hebe. Bi vî awayî em gel pêdivîyên xwe peyda dike, hem jî karsazên Tirk dikanin feydeyeke baş bikin."

Cafer bang li Efrînîyên dervayê welêt dike ku di afinrandina peywendîyên ligel dewletên din alîkarîya wan bikin.

Her weha yê din jî digel Berpirsê Karê Parastinê yê Kantona Efrînê Ebdo Çîlo pêkhatiye

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Ebdo Çîlo, Berpirsê Karê Parastinê yê Kantona Efrînê li ser rewşa ewlehî li Kantona Efrînê agahîyên berfireh dide.

Birêz Çîlo dibêje, bi xêra berxwedana qîz û lawên Efrînê û xwedîderketina gelê herêmê hêzên tundrê ji Kantona Efrînê hatine paqij kirin.

"Gelê me hêjayî vê aramîya heyî ye jiber ku gelek zehmetî dît û fêdarîyeke mezin nîşan da. Lê, em her dem hazir in ku êrîşên ji hêzên çeteyên tûndrê û ji rejîmê bigirin."

û Hevpeyvîneke Taybet ser Rewşa Jinên Kurd li Efrînê ku di dengê Emerîka`yê, ji aliyê rojnamevan Robîn Reşvan ve hatine weşandin.

Di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de Fatma Lekto, Seroka Desteyê Jinan û Malbatê ya Kantona Efrînê û cîgirê wê Sevîn Koro ser rewşa jinan ya li herêma Efrînê agahîyên girîng didin.

Her du Lekto û Koro qala xebat û projeyên xwe yên ser jinan dikin û geşbînîya xwe dîyar dikin ku jin gelek pêşdeçûn di her qada jîyanê de bidest xistine.

Lê hevpeyvîna herî dawî jî digel mamoste Ebdulruhman Xelîl Murşid rêvebirê giştî yê Peymangeha Cindirêsê ya fêrbûna taybet daye weşandin.

Heveyvînek ser Xwendina Zarokan li Cîndirêsa Efrînê.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Abdulrahman Xelîl Murşîd, Rêvebirê Xwendingeheke li Cîndirêsê ser xwendina zarokan agahîyan dide.

Birêz Murşîd dibêje, tevî ku kêmahîya pirtûk, pênûs û materyaylêm din hebin jî, ew bi heweseke mezin xwendingehê xwe rêve dibin ku zarokên Kurd bê xwendin nemînin.

Hêjayî gotinê ye ku rojnamevanê Dengê Emerîka Robîn Reşvan ji bajarê Entabê ya Bakurê Kurdistanê ye û ew demeke li radyoyê Dengê Emerîka`yê di beşê Kurmancî de dixwebite û bi sedan hevdîtin û hevpeyvînên xwe yên di derbarê rewşa Sûriye û şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hene.

Ew kesayetiyekî serbixwe û li gor yasa û zagonên rojnamegeriya azad ya navnetewî dixebite û hevdîtinên wî yên bê alî û nirxdar nîşana serfiraziya kar û xebata wî rojnamegerî ye. Her weha Dengê Emerîka`yê jî ji sala 1992`an ve, dest bi weşana xwe ya zimanê Kurdî herdu ziraveyên Kurdî , Kurmancî û Soranî kiriye û bi awayekî bê alî nûçeyên xwe yên derbarê rewşa Kurdistanê de diweşîn e.

Li gor nêrîn û dîtinên gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdî û Kurdistanê, ji nêzîketiya Dengê Emerîka`yê razîbûnek heye û ew hêvî dikin ku Dengê Emerîka wisa û çalaktir berdewam be û peyamnêrên xwe li her çar aliyên Kurdistanê bi aktîvî kar bikin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket