Kurdên Şengalê jî bûne armanca DAIŞ`ê

kurdistani 10:14 AM - 2014-06-17
Kurdên Şengalê jî bûne armanca DAIŞ`ê

Kurdên Şengalê jî bûne armanca DAIŞ`ê

Piştî dagîrkirina Mûsilê ji çekdarên DAIŞ`ê ve, êdî DAIŞ`ê dikarî gelek bajar û bajarokên Erebên Sune ku piraniya wan alîgirên partiya Be`es bûne, êdî çekdaran dest bi amadekariyên xwe li dijî gewlê Kurd dikin.

Her weha yek ji wan gefên mezin ku li ser herêmên Kurdî li Başûrê Kurdistanê ye, navçeya Şengalê ye ku bi tevahiya nîşticihên xwe kurdên Êzdî ne.

Di çend rojên beriya niha de, çend girtiyeke vîdyoyî ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ve hatine weşandin ku tê de, çend efser û serbazên kurd yên ji Şengalê ji aliyê çekdarekî Tunisî ve tên gulebarankirin û her weh li ser rûpelên wan yên facebookê jî wêne û nasnameyên ciwanên kurd yên Êzdî ku bi komî tên gulebaran kirin dane weşandin.

Di malpereke bi navê El-berke`yê de hindek wêne û nasnameyên Kurdên Êzîd ku ji Şengalê ne weşandine û li ser nivîsîne ku ev kafirên ku me di karwanên leşkerî yên Halikî de girtine piraniya wan ji Kurdên Êzdî yên kafirin û piştre jî wêneyên wan nîşan didin ku tev hatine gulebaran kirin.

Ev yek tê wê wateya ku êdî metirsiyên rasteqîne li ser ola Êzdî û olên din yên li Êraqê heye û bi taybetî li dijî gelê Kurd wê êrişên şovenîstan e zêdetir bibin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket