Rufatên 56 enfalkiriyan gihêştin Germiyanê

kurdistani 09:49 AM - 2014-06-12
Rufatên 56 enfalkiriyan gihêştin Germiyanê

Rufatên 56 enfalkiriyan gihêştin Germiyanê

Îro danê sere sibehê di demjimêr 8:00`an de rufatên 56 enfalkiriyan li nexweşxaneya şehîd Ehmed li bajaroka Bêbazê berve gorîstana Dîbne li bajaroka Rizgarî ve hatin birê kirin.

Ew 56 rufat bo bajarê Kelarê û bajaroka Rizgarî ve hatin birê kirin û ji aliyê welatiyan û kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan ve pêşwazî rufatan hatin kirin.

Wezîrê şehîdan û enfalkiriyan Aram Ehmed ji PUKmedia`yê re ragihand: Ev 56 rufat li parêzgeha Dîwaniyê hatibûn dîtinê.

Ehmed ragihand: Li gor zanyariyan û ew belgeyên li ber destan dene ew 56 enfalkirî li serdema rêjîma Be`sê ya jinav çûyî li zîndana Nugre Selman hatibûn zîndanî kirin û piştî eşkenceya bi komî bi komî hatine binax kirin.

Aram Ehmed got jî: Ew rufatane beşek kêmin ji 182 hezar welatiyên Kurd ên ku di serdema rêjîma Be`sê hatibûn enfal kirinê.

PUKmedia/Saman Yareweys- Kelar/Foto Ojîn Omer

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket