GEVER; Konferansa sêkuçan û sînorên destçêkirî

kurdistani 09:54 AM - 2014-05-30
GEVER; Konferansa sêkuçan û sînorên destçêkirî

GEVER; Konferansa sêkuçan û sînorên destçêkirî

Di her du rojên 10 -11ê Gulana îsal de em li Geverê bûn. Gever bi muzayîka eşîret, zozan û deştên xwe, bi çiya, şervanî û Kurdperweriya xwe navekî mezin û naskirîye. Bi geşbûna agirê şoreşa bakurê Kurdistanê re navê Geverê derket pêşiya navê gelek bajar û navendên ku di dîroka siyasî a Kurdistanê de pir naskirî bûn. Îro li kêleka navê Amed, Mehabad, Licê, Urmiye, Agirî, Silêmanî, Mako û Qamîşlo navê Geverê jî navê li ser lêvane.
Gever ji salên 1990an roj ji roja berê bêtir kemilî, dengê xwe bilind kir û li hemberî înkara Kemalîstan qet serî netewand. Nextê vê berxwedanê gelek giran bû, lê îro wira bûye navendeke bihêz a doza Kurdistanê. Ew weke bûkeke bedew xemil û rewşa jiyanê ye. Erê, xemila wê bi xwîna sor, xwîna sedan keç û xortên qehreman neqşiye, lê tama azadî û serkeftinê ji hemû çêjan xweştir û ji hemû mal û samanê dinyayê jî bihagirantire. Ji ber wê jî Geverî xwe bextewer dihesibînin. Bedelên ku Kurdan li Gever û herêmên din yên wilayeta Colemêrgê pêşkêşî doza azadiyê kirin, nayêne ti hisab û kitaban, lê çêkirina konferansekê li jêr nav-nîşanê „ Di sêkuçên birîndar de yekîtiya neteweyî“ bersiveke baş û dîrokî bû ji wê keda mezin re.

Armancên konferansê
Armancên karekî wiha pir pîroz bûn. Em gelek li ser fikirîn ka navekî çawa ji vê pêngava mezin re helbijêrîn. Û li pey re jî risteyên jêr hêrişî mejiyê min kirin:
1. Di sê kuça birîndar da yekîtiya netewî.
2. Dergûşa mirovatiyê, Biratîya Kurda.
3. Wêneyên Geverokê şahidên bajarvanî û dîroka me ne.
4. Di sertarên Cêlo û Satê da bagera rizgariyê
5. Di welatê Kardoxîyan da dengê berxwedanê
6. Hekariyan; zozana Botan, Behdînan û Mukriyan e
7. Cêlo û Oremar deng veda
8. Di derdor û doranên rûbarê Şîn da geriyanek dîrokê
9. Di deşta bilind da dîwana biratiyê
10. Urmiye, Hekarî û Behdînan: Kilîla deriyê azadiya Kurdistanê ne.

Sala 2007an bû, ez li Geverê bûm. Ji mêjda bû ku pilaneke wiha di serê me çend kesan de hebû. Şiwra min ya yekê bi Prof Celîlê Celîl, Ihsan Colemêrgî û berpirsê wê demê yê TZPa Kurdî li Geverê rêzdar Besîm Bayikal re bû. Proje sal bi sal kemilî û li pey wê jî me dest bi karê xwe kir. Encam bû ew ya ku di du rojan de 18 panel hatine pêşkêş kirin. Mêvanên ji çar parên Kurdistanê mîna muzayîka rengîn a eşîretên Geverê dewlemendiya konfeansê bûn. Dîrok, huner û ziman mijarên konferansê bûn û dewlemendiyeke wiha raxistibûn ber çavan:
Ihsan Colemêrgî ( Dîrokzan û lêkolîner): Dîroka kevnar a sêkuçên Zagrosan.

Kakşar Oremar ( Rojnamevan ): Serhildanên siyasî di sêkuçan de: Ji kela Dim-Dim heya roja îro.

Hîwa Mesîh ( Nivîskar ): Bandora medya Kurdî li ser jiyan û meşa Kurdên Xorasanê.

Viyan Mayî(Derhêner): Rengê jiyana Kurdewarî bi hunerê diramayê re.

Omerd Dilsoz ( Romannivîs ): Dewlemendiya zaravayên herêmê, çîrok û romana Kurdî.

Sabahattin Gûltekîn ( TZP- KURDÎ ): Dewlemendiya ziman û zaravayên Kurdî.
Fehmî İşbilen ( Mamosteyê Akademıya Siyasî ya navendî): Dîroka civakî(neolîtîk) û qiyaskirina wê ya ernigariya Kurdistanê.

Elî Halo ( Parlementerê Kurd ): Rewşa siyasî ya îro li başûr û qiyaskirina wê bi rewşa bakur re.

Hemîd Geylanî( Siyasetmedar): Di bizava siyasî de peywendiyên di navbera Kurdên sêkuçan de.

Aras Kurdî( Mamostayê zanîngeha Şinoyê): Rewşenbîrên Kurd û erkên netewî

Celaledîn Nizamî(Helbestvan): Ji salên 30an heya roja îro radioyên Kurdî li Kurdistanê û bandora wan li ser zindîmayîna ziman û çanda Kurdî.

Dr. Bedirxan Sindî( Helbestvan): Di bîr û ramanên hezretê Ehmedê Xanî de Kurd û Kurdistan.

Sînem Bedirxan( Nivîskar û neviya mîrê Botanê): Dîroka malbata Mîrê Botanê û jiyana Miqdad Medhet Bedirxan

Ezîz Neimetî ( Nivîskar): Urmiye: dergûsaha Zerdeşt û olên cuda
Ayhan Urmiye: Di wêjeya Kurdî de mîzah

Bêrîvan Doskî(Cîgira serokê Pena Kurd): Jin kaniya zelal e, dara yekîtiya netewî bi evînê av dide.

Menal Mihemed Emîn Yusif(Siyasetmedar): Rewşa îro li rojavayê Kurdistanê.

Ezîz Neimetî( Nivîskar): Dergûşa Zerdeşt û olên cuda.

Têbînî, mijar û xalên balkêsh
Mijarên panelîstan xwedî naverokek dewlemend bûn û wisa dikir ku di dawiya her panelekê de ji hêla beşdaran ve dehan pirs û nirxandin bênekirin. Çend xalên balkêş di derbarê wan du rojên pîroz da wiha ne:
1. Dema Kurdên çar parên Kurdistanê bêne cem hev û li ser dîrok, ziman û hunera xwe biaxivin, çi wateya sinorên siyasî jî namîne. Me ev eşq û heza bêdawî him di gotarên panelîstan de dît û hem jî di nêrîn, axiftin û pirsên beşdarvan de.

2. Kesên ku ji rojhilatê Kurdistanê hatibûn, dehan peyamên siyasî-civakî li ser rewşa îro a wira anîbûn, lê sedan peyam jî bi xwe re birin nava Kurdên wê para welatê me. Beşdarîkirina ewqas rewşenbîr, zana û kesên hunermend ji wilayeta Urmiyê biserê xwe destpêka karekî nû bû. Yanî li rojhilatê Kurdistanê şikandina hinek taboyan pêwîstiyeke ku dikare xwedî sedan sûd û peyamên pozîtîv be. Çimkî Kurdên rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokeke tije şoreş û serhildanên siyasî ne, lê mixabin îro ji ber zulim û zordariya rejîma totalîtera îslamî ketine nava bêdengiyekê ku layîqî neviyên Emîrxanê Lepzêrîn, Şêx Ûbeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî, Qedemxêra Lek û Dr. Qasimlo nîne.

3. Dan û standina di navbera Kurdên çar parên Kurdistanê de(di piraktîkê de ne di axfitinê de) dikare mezintrîn xizmet be ji bo yekîtiya neteweyî. Vê carê me li Geverê dîmenekî wiha pir bi rindî dît. Xebateke wiha him ji hêla çîna rewşenbîr û him jî ji hêla gelê herêmê û bi taybetî jî Geveriyan ve pir baş û hêja hate nirxandin û pêşwazîkirin.

4. Vê pêngava yekê wisa kir ku motîveke nû bikeve nava xebatkarên saziyên bakurê Kurdistanê ku mixabin piraniya wan ketine rewşeke pasîv û ji xeynî navên giran weke gundên wêran in. Çimkî li Geverê konferanseke wiha bi îmkanên herî kêm hate çêkirin, lê îradeya birêveberên TZPa Kurdî ji karekî wiha pîroz û dîrokî re gelek mezintir bû.

5. Ji nava Kurdên Xurasanê çend kes hatibûn vexwendin lê tenê Hîwa Mesîh hatibû ku mijara wî jî xwedî peyamên nû bû ka di nava Kurdên dûrketî ji axa Kurdistanê rewşeke çawa heye û bandora şoreşa bakur, rojava û başûrê Kurdistanê li ser Kurdên wira çiqas bi bandore.

6. Li Geverê çîneke arîstukirat heye ku vê carê bi germî pêşwaziya karekî wiha kirin. Xwediyê hotelekê ku bêpere û bi hemû îmkanên xwe 15 kes ji mêvanên konferansê vehewandibûn ji min re wiha got:” Spas ji bo ku hûn tev bûne mêvanên bajarê me, lê em dîsan jî konferanseke wiha dixwazîn. Bila tenê vê carê nebe, em dîsa jî li benda we ne...”.

7. Hinek ji rewşenbîrên me rexneyeke wiha dikirin:” çima konferanseke wiha li Amedê çênebû...?”, lê bersiva min jî ev bû: Amed paytexta me ye lê hemû Kurdistan nîne. Xelkê herêmên din yên bakurê Kurdistanê jî têhiniyên zanînê ne, dixwazin bêtir xwe û dîroka xwe nas bikin. Bedelên ku di dirêjahiya dîrokê da Geverê pêşkêşî doza azadiyê kirine, ji yên bajar û herêmên din yên bakurê Kurdistanê kêmtir nîne. Ji hêla din jî jixwe nav û nasnameya konferansa me xwedî peyamên girîng bû.

8. Li pey du rojên germ û xweş gelek saziyên li bakurê Kurdistanê daxwaz kirin ku konferanseke wiha bo sala dahatî li Wan, Colemêrg, Şirnex, Silopî, Cizîr, Şemzînan û hwd jî bê çêkirin. Ev pêşwazî bi serê xwe dikare destkefta herî dîrokî a vê konferansê be. Hîvîdarim karekî wiha ji vir û şûnde bibe xebateke berdewam û domdirêj li hemû bajar, qeza û herêmên axa Kurdistana mezin.

9. Di hemen du rojên konferansa “ di sê kuçên birîndar de yekîtiya neteweyî” li bajarê Geverê, li Amedê konferansa îslamî jî hebû. Mixabin medya û ragehaninê zêdetir biha dane naveroka wê konferansê, lê xalên encamnameya konferansê bûn sedem ku TZPa Kurdî dengê xwe li her derê belav bike.

10. Li Geverê em wek mêvanên konferansê rastî dîmenên xweş û nexweş hatin. Roja duyê em çûna sersaxiya malbatên şehîdan. Di rojekê de yazdeh dayik û bav, dehan xwîşk û bira û di peyvekê de hemû xelkê Geverê bi bihîstina xebera şehîdkirina yazdeh kesan ketin nava xemeke giran. Êşeke giran bi ser rih û hestên me da bû mêvan, me gelek kesan nekarî hêsirên çavên xwe bigirin, lê em Kurdên perçên din sosretgirtî man dama ku dayikekê wiha got:” sê zarokên min di oxira azadîya Kurd û Kurdistanê de şehîd bûne, ger pêwîst be ezê du keç û kurê xwe yê mayî jî bişînim Qendîl.” Ev mezintirîn peyam bû ku em bashtir bizanîbin ka PKKê li bakurê Kurdistanê di warê zêhniyetê de çi şoreşeke mezin pêk anîye.

11. Geverî dilvekirî, mêvanperwer û xwedî ramanên Kurdistanî ne. Ez qet wê rêz û qedirnasiya wan ji bîr nakim ku di wan du rojan de nîşanî me dan. Parlemnenterê hêja Esat Canan di roja duyê a konferansê de hemû mêvanên konferansê deiwetî mala xwe kirin û bi xwarinên Kurdî mêvandarîya bav û kalan anî bîra me.

12. Dengbêj û stranbêjên me yên bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê li salona konferansê li dora hev kom bibûn û careke din rengînî û dewlemendiya stran û hunera Kurdî raxistin ber çavan. Koma Urmiyê bi sazbendî û hunera xwe a bilind bibûn gula meclisê. Di peyameke kurt de wan li ser konferansê hisên xwe wiha beyan kirine:” Ev konferanse bo koma me gelek ciyê keyfxweşî û şadiyê bû ku li çend beşên ciyawaz da hatibû terxan kirin. Beşa dîrok, siyaset û huner. Ji kerema Xwedê da bû ku ev şanaziye bû bi nesîbê me ku me jî di vê konferansê da hizur hebît. Konferansek pir hêja û rêkûpêk bû û zor tiştên ku me di bara siyaset û dîroka miletê xwe yê mezin da nedizanîn em fêr bûn. Em daxazê diken ku ev konferansên Kurdî bi rengên cuda bêne pêşkêş kirin, bi armanca pêşketina kultur û civaka gelê me...”

13. Hurmet, dîspîlîn û xebata endamên TZPa Kurdî a Geverê qet û qet ji bîra min naçe. Wan îspat kirin ku em dikarin bi hev re karên dîrokî û pêngavên mezin hilînin.

14. Dîtina kesên mîna Dr. Bedixan Sindî, Îhsan Colemêrgî û gelek kesên din bû sedem ku ciwanên Kurd daxwazeke wiha bikin:” em dîsa li benda hatina we ne, çimkî mijarên konferansê têhnatiya me bi temamî neşkand, gelek pirsên me jî hê hene....”.

15. Malbatên Kurdan li Geverê yek bi yek dixwstin em bibin mêvanên wan. Ez bixwe rastî gelek malbatên hêja hatim û min ji kalên wan arşîveke giranbuha daye hev.

Spasên germ ji we tevan re gelî hevalan, lê ger tiştek ji bîra min çûbe, ji niha da dawa lêborînê dikim. Hinek tiştên ku min li vira nenivîsandine di encamnameya konferansê de hatibûn nivîsandin.


KAKSHAR OREMAR / 15. 05. 2014 GEVER

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket