Li Musilê teqîn: 20 Kurdên Şebek şehîd û birîndar bûn

kurdistani 10:42 PM - 2014-04-23
Li Musilê teqîn: 20 Kurdên Şebek şehîd û birîndar bûne

Li Musilê teqîn: 20 Kurdên Şebek şehîd û birîndar bûne

Îro 23/4, di encama teqîna otombêleke bombekirî li gundekî Kurdên Şebekê de 7 welatiyên sivîl şehîd bûne û 13 kesên dine jî birîndar bûne.

Jêderekê ewlekariyê ji polîsê nînewa ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro çarşeme danê êvarê di encama teqîna otombêleke bombekirî li gundê (Baybux) a ser bi qeza Şêxanê a li bakûrê Musilê 7 kes şehîd bûne û 13 kesên dine jî bi giranî birîndar bûne.

Li gor jêderê hemû qurbaniyên teqînê ji Kurdên Şebek bûne.

PUKmedia/Elî Xanim- Musil

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket