Li Tehranê yada Enfalê birêve çû

kurdistani 10:01 PM - 2014-04-23
Li Tehranê yada Enfalê birêve çû

Li Tehranê yada Enfalê birêve çû

Roja 22/4/2014 li hola mewlewî li zanîngeha beheşt a Tehranê yada enfalê hate kirin.

Di wê rêûresmê ku ji aliyê xwendekarên kurd û kovara Ronahî û navenda Êran nasiyê a zanîngehê birêve çû û piştî xulekek li ser cane pakrewanan westan kilîpek li ser karesata enfalê hate nîşandan.

Piştre jî mamosteyê zanîngehê Dr. Esad erdelan babetek li ser komkujiyê û enfalê di rawengeha yasaya navdewletî de pêşkêş kir û têde daxwaz ji hemû navendên navdewletî kir ku Enfalê weku komkujî û jenopsîd bête nasîn û rexne li welatên cîhanê jî girt ku div ê ware de kêmtirxem bûne.

Di beşa duyem a rêûresmê de kurtefilma “Rîşe Li Xak De” hate nimayîş kirin,piştre jî di beşa sêyem de, Dr. Celal Celîlzade bi gotinekê behsa wê yekê kir ku Enfal ku bi navê quranê hatiye cî bi cî kirinê dijayetiya quranê kiriye çûnkî quran alîgiriya stemkariyê nake û li dijî stemkariyê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket