Tirkiyê 6 tang bo parastina Sulêman Şah rêkirin Sûriyê

kurdistani 07:34 PM - 2014-04-23
Tirkiyê 6 tang bo parastina Sulêman Şah rêkirin Sûriyê

Tirkiyê 6 tang bo parastina Sulêman Şah rêkirin Sûriyê

Rêxistina dewleta îslamî li Êraq û Şam DAIŞ li ser tora xwe ya civakî Twîterê belav kiribû ku artêşa tirkiyê tang û panzerên xwe li girava tirba Sulêman Şah a li nava axa Sûriyê ye bi cî kirine.

Li gor nûçeyê artêşa Tirkiyê 6 tang û 12 panzêr û bi sedan leşkerên xwe rêkirine Sûriyê û 200 metir nêzîkî çekdarên DAIŞ bi cih bûne û hatiye îdia kirin ku Tirkiyê hêza xwe li wî cihî zêde dike.

Ji aliyê xwe rojnamevanên Tirk ji serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan pirsîne gelo ev nûçe raste an na, Erdogan ew yek red nekir û ragihandiye ku, “Derdê me ne DAIŞ, belku ew karwanê me rêkirî Sûriyê bo alîkariya parastina gora Sulêman Şah e.”

Hêjayî gotinê tirbeya Sulêman Şah li ser girekî di nava ava Feratê ye ku nêzîkî pira Qereqozaqê a nêzîkî herêma Kobanê a Rojavayê Kurdistanê ye ku berya niha hêzên DAIŞ ew pir xistibûn destê xwe û hereşe li Tirkiyê kiribûn ku eger Tirkiyê helwesta xwe neguhere ewê tirba Sulêman Şah bikin armanc.

PUKmedia/Miliyet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket