Kurdên Danîmarkayê piştevaniya xwe bo lîsta 266 dupat dikin

kurdistani 06:43 PM - 2014-04-23
Kurdên Danîmarkayê piştevaniya xwe bo lîsta 266 dupat dikin

Kurdên Danîmarkayê piştevaniya xwe bo lîsta 266 dupat dikin

Bi mebesta serxistin û piştevabnîkirina namzetên lîsta 266 a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  bo encûmena nûneran a Êraqê li bajarê Arhaws rêxistinên wê navçeyê bi serpereştiya komîteya Danîmarkayê û bi amadebûna kesûkarên pêşmergeyên dêrîn û endam û dostên YNK ahengek hate lidar xistin.

Di wê ahenga piştevanî de berpirsê komîteya Danîmarkayê Serdar Mihemed gotarek pêşkêş kir û têde ragihand ku jibo poarastina ezmûna li Kurdistanê heyî û çespandina demokrasiyê û pêkve jiyanê û bîreweriya azad, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xebat û tekoşîna xwe berdewam dike û jib o gihêştina wan armancan pêwîstî bi piştevanîkirina lîsta 266 a YNK heye bo bicîanîna armancên xelkê Kurdistanê bi hemû çîn û pêkhateyên wê her weha daxwaz ji amadevanan kir ku her kes ji aliyê xwe ve hewlên berçav bide bo serxistina lîsteyê.

Her weha beşdarvanên ahengê û endamên YNK piştevanî û palpiştiya xwe bo lîsta Kesk a Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê a jimare 266 dupat kirine.

PUKmedia/Danîmarka

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket