Parêzgarê Kerkûkê: Em rijdin li ser planên avadana Parêzgehê

kurdistani 06:37 PM - 2014-04-23
Parêzgerê Kerkûkê: Em rijdin li ser plnan avadana Parêzgehê

Parêzgerê Kerkûkê: Em rijdin li ser plnan avadana Parêzgehê

Îro çarşemê 23 / 4 / 2014`e, Parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedî Kerîm ligel şandek ji rûspî û kesayetiyê tax û gerekên bajarê Kerkûk û Hiwêce hevdîtinek pêk anî.

Parêzgarê Kerkûkê di hevdîtinê de tekez kir ku dê ew li ser planên ku ji bo avadana parêzgeha Kerkûkê danîne berdewam bin û li ser vê yekê rijdin, û diyar kir ku wêneya bajarê Kerkûkê bigiştî hatiye guhartin, rewşa pêşkêşkirina xizmetgozariyê pêşketiye, her wiha da xuya kirin ku piştgirî û alîkariya we û rê li ber Kerkûkê vekê ku hêja baştir be, û diyar kir ku bê guman dê astengî jî hebin lê emê derbas bikin.

Ji aliyê xwe ve şandê ji ber xebat û keda Parêzgarê Kerkûkê di pêşxistin û avadana Kerkûkê û bihêzkirina jiyana hevbeş di avbera pêkhateyên wê,  bawernameyek ji aliyê navenda aştiyê , geşepêdan û pêşxistina behredariyên mirovan da Parêzgarê Kerkûkê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket