Rojnamegeriya Kurdî, Hesen Cemal wek mînak... Dawud Çîçek
kurdistani 05:50 PM - 2014-04-23Dawud Çîçek
Nivîskar û rewşenbîr û rojnamevanên vî zemanî ez jî di nav de mixabin tenê li gor têlên tembûra partiyan lê didin, ne bi hestên netewî yên giştî û berjewendiyên gel û civaka Kurdî li gor hest û berjewendiyên partiyên siyasî Kurdistanî yên mezin.... di sedsala borî de televizyon, internet, telefon, amêrên gîhandinê jî kêm bûn lê dema bûyerek li parçeyekî Kurdistanê diqewimî berya her kesî nivîskar û şaîr û rewşenbîrên Kurd helwesta xwe didan diyar kirin û gelê Kurd û civaka Kurdî pê agahdar dikir û hişyar dikir... mînak dema Şêx Seîdê Pîran li Amedê hate darvekirin li başûrê Kurdistanê şaîrê mezin Pîremêrd li ser wî helbest nivîsand.... dema Helebçe qewimî bi sedan xelkê rojava navê kur û keçên xwe kirin helebçe û bi dehan helbest û nivîs hatin nivîsandin..
Mixabin di vê dema pêşkeftî de ku desthilata kurdî heyî... hêz û pêşmergê me heyî.... YPG û Gerîlayê me heyî ......televizyonên Kurdî bi dehan heyî .. lê hîna nivîskar û rewşenbîr û şaîrên Kurd êsîrê siyaseta desthildarên Kurdî û partiyên siyasî dene û em li gor berjewendiyên wan li têlên tembûra wan dixin....
ev yek tenê bo helwesta niştimanî min got .... hêviya min ewe ku rewşenbîrên başûrê kurdistanê û nivîskar û rojnamevanên wê ji xendeqên xwe yên herêmcîtî û navçegerî, partîcîtî derkevin û ne tenê bi tewrîkî divê dakevin qada pratîkê ... ev xendeqa li ser sînorê rojava û başûr de hatiye kolan mînaka vê yekê ye......
Nivîskar û Rojnamevanê navdar ê Tirk Hesen Cemal li nava gelê Rojavayê Kurdistanê ye û li ser xendeqê sekiniye û piştgîriya gelê Rojavayê Kurdistanê dike........ Hunermend Ferhat Tunc jî ji Dersîmê berê xwe daye Rojava.
Belê Hesen Cemal li Rojavayê Kurdistanê ye...Hesen Cemal di pêvajoya aştiyê a li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê rolek xwe ya mezin hebû ... Qendîl û Enqerê gîhandin hev û nêrîn û nameyên Serok Mam Celal û serok Mesûd Barzaî û rêveberiya PKK jî gîhandin Erdogan, her weha dema ku yekemîn grupa gerîla ji bakûr vedikişiya başûr ew di nava grupê de bû, ji hemû cîhanê re aşkira kir ku vaye rêya pêvajoya aştiyê vedibe. Ew îro li Rojavayê Kurdistanê ye û wê nameya gelê Rojava û YPG û rêveberiyên xweser jî bighîne gelê Tirkiyê û hikûmeta Tirk .... îşalah bikare Enqerê û Hewlêrê qani bike ku piştgîriya Rojava bikin.... çawa Tirkiyê bi PKK re li bakûr aşt bû, dikarin li Rojava jî aşt bibin...
Min hêvî dikir pêş nivîskarên demokrat ên Tirk, nivîskar û rojnamevanên başûrê Kurdistanê ên demokrat û civaka sivîl li ser xendeqa Rojavayê Kurdistanê û başûr li kêleka gelê me yê Rojava sekinîban û kulmek ax avêtiban wê xendeqê û ew xendeqa di navbera dil û canê me Kurdan de nehêştana...
Dibêjin ew xendeq ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê hatiye kolan, ger weha be divê ew xendeq li sînora navbera Êraqê û Herêma Kurdistanê bi tevahî bête kolan ji ber ku ew hêzên li dijî Kurdên Rojava şer dikin niha li Kerkûkê û Xormatuyê û çiyayê Hemrînê li Musilê û Şengalê bêne kolandin … di baweriya min de eve 10 salin Herêma Kurdistanê xwe ne bi xendeqan parastiye belku bi gelê Kurd hatiye parastinê.
Li dawiyê dixwazim bêjim ku ji bo rojnamegeriya Kurdî bikeve xizmeta armancên netewî ya Kurdistanî pêwîste bi awayekî azadane karê rojnamegeriya Kurdî pêşbikeve daku sînor û xendeqên li nava Kurdistanê nehêle û bikare bandora xwe li ser biryara siyasî ya Kurdistanî bike di berjewendiya yekîtiya civak û xelk û welat de.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20