Mela Bextiyar: Tu hêzek nikare dîrokê berovajî bike

kurdistani 05:39 PM - 2014-04-23
Mela Bextiyar: Tu hêzek nikare dîrokê berovajî bike

Mela Bextiyar: Tu hêzek nikare dîrokê berovajî bike

Di çarçoveya serdan û civînên xwe li gel organên cuda ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li devera Germiyanê, hevalê berpirsê Desteya kargêr ê Mekteba siyasî Mela Bextiyar duh 22/4/2014 li bajarê Kelarê li gel pêşmerge û rêxistinên dêrîn ên yekîtiya gaziyên senger, civiya û gotarek pêşkêş kir û têde ragihand ku, “Yekîtî ew hêzeye ku bi serbilindî ji şoreşê derketiye û kariye erkên xwe cî bi cî bike.” Her weha rola pêşmergeyên dêrîn û rêxistinan, kêmendamên senger (gazîyan) jî di şoreşê de û qurbanîdanê  de jî bo rêbaza YNK bilind nirxand.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Heval Mela Bextiyar ragihand ku, çi hêzek nikare dîrokê berovajî bike û amaje bi wê yekê jî kir ku, “Eger rastî di aqil û mêjî neyê çespandin weku erkekî dîrokî û eger demokrasî nebe bi beşek ji kesayetiya mirov, her aleke ku tu bilind bike bi awayekî demkî dibe, eger al di nava bîrûbaweriyekî perwerdekirî de li nava bîrûbaweriyek rasteqîne a demokrasî de nebê û li nava bîrûbaweriya rasteqîne a dîrokê de nebê wekî ku te necikandiye. ”

Heval Mela Bextiyar berdewam kir û got: “Dema em alekê bilind dikin eger em wê alê û rengên wê nizanibin, rengdaneya çi felsefeyekê, bîrûbaweriyek û stratejiyekê ye, wê demê tu nikare qet li gel rengê wê alê û felsefe û bîrûbaweriya wê rast û dirust bê.”
Teqez li ser wê yekê jî kir û Heval Mela Bextiyar got: “Mirovê şoreşger û bi wefa ku pabend bi dîroka xwe bê, bi şaşiyekê û duwan û dehan jî bê bawer nabe, bi berovajî neku xwe ji bê baweriyê diparêzê belku şaşiyan rast dike.”

Heval Mela Bextiyar got: “Bi heman bîr û baweriyê jî di ew dema ku rê reş û tarî bûn aşkira bû kî şoreşgêr bû, kî bû rê li karesat û enfalê digirt. Aşkiraye kê tola şehîdan rakiriye. Em weku yekî di dema şoreşê û  di sengerê de weha bûn , niha jî di sengerê medeniyetê de jî her weha ne û di sengera bicîanîna hemû armancên me de jî her weha dibin.”

Ji aliyekî dinê ve jî her duh li bajarê Kelarê heval Mela Bextiyar li gel hejmarek kadir û hevalên jin ên organên cuda civiya û têde guh li dîtin û pêşniyar û daxwazên hevalên jin girt û kêfxweşiya xwe liberamber peroşiya hevalên jin li organên Yekîtî nîşan da.
Hevalê berpirsê desteya kargêrî , Mela Bextiyar bi gotinekê ragihand ku: “Divê jin di warê xwe rêxistinkirinê de û bi arastekirinê, bi bihêzkirina dînamîkên xwe pêwîste stratîj û biryarên wan ên nû hebin.”

Her di dirêjahiya civînên xwe de Heval Mela Bextiyar, berpirsê desteya kargêrî li malbenda Germiyanê li gel komîteya efseran jî civiya û têde 22 salên hukimranî li Kurdistanê şîrove kir. Her weha bal kişand ser pêşkeftin û proseya avadaniyê û ezmûna demokrasiyê li Kurdistanê.
Heval Mela Bextiyar got: “Dîrok li gor dil û daxwaziya tu kesekî birêve naçe, kes jî nikare tehekumê bi rastiyên dîrokî li pêkhateyên dîrokî û hevkêşeyên dîrokê bike.”

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket