Li hewşa malê Şêran xwedî dike

kurdistani 05:39 PM - 2014-04-23
Li hewşa malê Şêran xwedî dike

Li hewşa malê Şêran xwedî dike

Welatiyekî Êraqî ji bajarê Samarray, li hewşa mala xwe şêran xwedî dike û radighîne ku hewşa xwe ji bo ziyaretê vekiriye.

Amar Neysenî, ji ajansa Andolê re ragihandiye ku ji zarokatiya xwe ve kêfa wî ji heywanên dirinde re tê. Her weha destnîşan kir ku li hewşa mala xwe 2 şêr xwedî dike.

 Neysenî got: Min hewşa mala xwe kiriye bexçeyekî biçûk a heywanan û sal û nîvek berê jî hewşa xwe ji bo ziyaretê vekiriye û yên ku tên eleqeyekî mezin nîşanî şêran didin û wênayan dikşînin.

Neysenî, diyar kir ku ew ji 10 saliya xwe ve weşaq xwedî kiriye û niha jî 2 şêran xwedî dike û yek nêr ê, yek jî mê ye.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket