Qamîşlo: Koma Sarkaz a muzîkê hate avakirin

kurdistani 03:16 PM - 2014-04-23
Koma Sarkaz a muzîkê hate avakirin

Koma Sarkaz a muzîkê hate avakirin

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di çarçoveya xebatên xwe yên çandî de komeke din a bi navê 'Sarkaz' hate vekirin. Bi vê yekê ev koma 4'an ku di navendê de xebatan dike.

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo ku 3 komên çandî pêve girêdayî bûn, komeke din bi navê Sarkaz ava kir. Koma ku nû hatiye vekirin dê xebatên muzîkê bimeşîne û 8 kes di nava wê de cihê xwe digirin. Di komê de 3 stranbêj û 5 kesên ku li alavên muzîkê didin hene. Endamê komê destnîşan kirin ku dê hejmara endamên xwe zêde bikin da ku bibin 30 endam û alavên cûda jî di xebatên xwe de bidin meşandin.

Koma ji aliyê hunermend Bêkes Darî ve tê birêvebirin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket