Ermenên li sirgûnê vegeriyan

kurdistani 01:26 PM - 2014-04-23
.

.

Pêşangeha 99 fotoyên nasnameyên ermenên ku ji komkujiya Ermenan a sala 1915ê rizgar bûn û gava salên 1922 -1926ê anîne Marsîlyayê hatine kişandin, li Amedê hate pêşandan....
Portreya penaberên Ermenî yên li Fransayê bi navê “Portreya 99 Sirgûniyan – 99 Kesên ku ji Komkujiya Ermenan Sax Mane” tê pêşandan. Sala 1915ê Ermenên ku digihêjin Marsîlyayê nasnameyên wan têne kişandin û ji aliyê Dêra Ermenan a Başûrê Fransayê ve bi frensî têne amadekirin û weke nasname têne bikaranîn. Foto ji Komeleya ARAM hatin hildan û anîn Amedê.

Pêşangeh ji aliyê Komeleya ARAM û Yerkir Europe ku saziyeke civbaka sîvîl a Fransiz-Ermenan e û li Lyonê ye bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Galeriya Hunerê ya Amedê tê lidarxistin. Pêşangeha navborî salvegera komkujiya ermenan 24ê Nîsanê saet 17:00ê tê vekirin.

Nûnerê Yerkir Europe Armen Ghazarian der barê pêşangehê de di daxuyaniya çapemeniyê ya li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat de axivî û derbarê fotoyan de agahî dan. Ghazarian, diyar kir ku wan foto ji arşîvên Dêra Ermenan a Başûrê Fransayê di nav belgeyên vaftîzê de wergirtine û weha got, “Ermeniyan ku piştî sala 1915ê sax mane û xwe spasrtine Fransayê bi awayekî sembolîk me vegerandin ser erdê xwe. Bi vê pêşangehê wan peyama wê dan ku Ermenên li diasporayê dikarin bêne ser warê bav û kalê xwe.” 

Nûnerê Komeleya ARAM Varujan Artîn jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew cara yekê ye tê Tirkiyeyê lê ji vegotinên bapîrên xwe jê re pir nas hatiye û weha domand, “Ez 54 salî me û wext e ku ez bi çavê serê xwe rastiyên vî bajarî bibînim.” Artîn da zanîn ku komeleya ARAM her tiştê aydê hişdanka ermenan li gel xwe arşîv kiriye û got ku ew kesên sala 1915ê ji Tirkiyeyê bi saxî karîne xwe bigihînin Fransayê di arşîvên wan de ne. Artîn, aşkere kir ku ev foto ji bo wan ermenên xwe gihandiye Fransayê nasnameyê derxin hatine kişandin û weha axivî: “Wan bi nasnameyeke nû hewl da li ser erdê ku ew lê nehatine dinyayê jiyana xwe bidomînin.”

Hûn ê di pêşangehê de rûyên nas bibînin

Artîn bal kişand ku van penaberan bîrhatina welatê xwe di hişê xwe de zindî hiştiye û weha got, “Tevahiya Ermenên li Diasporayê berî ku bibêje ez Ermenî me behsa gund û bajarê xwe dike û dibêje, ‘Ez Amedî me, mûşî me, Sêwazî me’. Me bi vê pêşangehê ew bi awayekî sembolîk vegerandin ser erdê xwe.” Artîn, daxuyand ku di nava gelên li diaspora û Tirkiyeyê de girêdaneke xurt heye û got, piştî 99 salan divê ev xelk bêne ba hev du û hem bi awayekî çandî hem jî fizîkî diyaloga xwe çêkin. Artîn destnîşan kir ku ev pêngav ji bo jinûve çêkirina diyalogê pir girîng e û weha pê de çû, “Hûn ê di pêşangehê de gelek rûyên nas bibînin.” Artîn got ku ew cara yekê ye tê Tirkiyeyê lê ev rû jê re pir nas tên û ji bo piştgiriya wê, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Cebe: Kurdan jî êşên weha dîtin

Serokê Beşa Çand û Turîzmê Muharrem Cebe jî di axaftina xwe de got ku wan ji çalakiyên neteweyî û navneteweyî re gelek caran malovanî kiriye. Cebe, da zanîn ku wan îro bi vê pêşangeha xwe tîşk daye ser demeke tarî ya dîrokê û bi bîr xist ku 16ê adarê jî wan ji bo bîranîna Helepçeyê pêşangeheke weha vekirbû. Cebe, da zanîn ku berî 99 salan li ser vê axê trajediyeke mezin qewimiye, ligel ermenan kurdan jî para xwe ji vê girtiye. 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket