Hejmarek din ji berpirs û kadroyên Goran tevlî YNK`ê bûn

kurdistani 09:37 PM - 2014-04-22
Hejmarek din ji berpirs û kadroyên Goran tevlî YNK`ê bûn

Hejmarek din ji berpirs û kadroyên Goran tevlî YNK`ê bûn

Berpirsê navenda Goran bi tev hejmarek ji endamên tevgerê li devera Geliyê ( Xaneqa Wirtî) ya ser bi Hewlêrê ve ye îro sêşemê 22 / 4 / 2014`e, tevlî refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bûn.

Berpirsê navenda tevgera Goran li devera ( Xaneqa Wirtî ) Nebiz  Hesantekez li ser wê yekê kir ku ev pêngava wî û hevalên wî piştî ku ji wan re diyar bû ku serkirdeyetiya Goran ku bi kesyatiya hevrêzê wê yê giştî de maye, bi tena serê biryaran digre û ji siloganên ku tevgerê avêtine dûr û armanca wê bi tenê ew e, ku dijbertiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye, tê û wan biryar dan vegerin nav YNK`ê.

Her wiha îro sêşemê 22 / 4 / 2014`e, endamê li pêş ya Tevgera Goran d Şêx Cengî Saleyî dest ji Goran kişand û beşdarî refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû.

Şêx Cengî da xuuya kirin ku sedema dest kişandina wî ji tevgera Goran û vegera wî nav refên YNK`ê, ew rêkefitina ku di roja 17 Nîsanê de navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Goran de lidarketî ye, ji ber ku ev rêkefitin dîketoriya kesayetiya havrêzê giştî ya tevgera Goran eşkere dike ku bi tenê ser xwe biryaran digre, û ev rêbaz gef li pirosa çaksaziyê li Herêma Kurdistanê dixwê.

Şêx Cengî Saleyî yek ji serkirdeyên Tevgera Goran bû, berya bi çend roja dest ji Tevgera Goran kişan din ragihand, îro 22 / 4 / 2014`e, dîsa tevlêbûna xwe di nav refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket