Wezîrên derve yên Rûsya û Amerîkayê rêkeftina derbarê Ûkraynê giftûgokirin

kurdistani 12:12 PM - 2014-04-22
Wezîrên derve yên Rûsya û Amerîkayê rêkeftina derbarê Ûkraynê giftûgokirin

Wezîrên derve yên Rûsya û Amerîkayê rêkeftina derbarê Ûkraynê giftûgokirin

Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sêrgêy Lavrov û Con Kêrrî roja duşemê di têkilyek telîfonî de rewşa li Ûkraytnê giftûgokirin.

 Lavrov di van giftûgoyan de ragihand ku desthilata li Kiyêvê nikare û naxwaze karên grûpa `Beşê rast` li welêt qedexebike û jiber vê yekê pêkanîna babetên rêkeftina Cênêvê nayên pêkanîn. Lavrov ji Kêrrî xwest jibo bandorê li Kiyêv bike daku provokasyona xwînrijiyê neke û bêderengî rêkeftina Cênêvê pêkbîne.

Piştî ku desthilata li Kiyêvê êrîşî mîtingvanan kir, Lavrov roja duşemê hinkî zûtir got ku ew jiber rewşa li Ûkraynê endîşdare. Wî destnîşankir ku nişteciyên rojhilatî Ûkraynê gaziya alîkariyê ji Rûsyayê dikin jibo dawî ji bêqanûniyê re bê danîn. Hêzên hene ku bi qestkî hewldidin jibo şerê navxweyî li Ûkraynê pêkbê. Lavrog got ku `niha ya herî giring ew e ku xwîn li vî welatî neyê rijandin`.

Kêrrî ji aliyê xwe ve daxwaz ji Rûsyayê kir jibo bandorê li beşdarên protestoyên li rojhilatî Ûkraynê bike jibo çekan deynin û bi awakî siyasî pirsên xwe çareserbikin`. Her weha wezîrê karên derve yê Amerîkayê daxwaz ji Rûsyayê kir jibo karê misyona Rêxistina Ewledarî û Hevkariya Ewropayê li rojhilatî Ûkraynê dîplomasiyê xwe yê paye bilind destnîşanbike da ku protestvan fam bikin ku Moskow piştgiretiya rêkeftinê dike û dixwaze rewşa li welêt aram bike.

PUKmedia-D.R

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket