Salvegera 116`mîn ya rojnameya Kurdistan pîroz be

kurdistani 12:06 PM - 2014-04-22
Salvegera 116`mîn ya rojnameya Kurdistan pîroz be

Salvegera 116`mîn ya rojnameya Kurdistan pîroz be

Piştî derbasbûna 116 sal bi ser vêketina mûma yekê a weşandina yekemîn rojnameya kurdî ya bi nave "Kurdistan" ku di sala 1898 an, ku bi serpereştîya herdu rewşenbîrên yên bira,Miqdad û Ebdirihman Medhet Bedirxan li bajarê Qahîreyê hatibû weşandin û pitşre li Cinêv û londin û careke din Qahîreyê berdewamî bi weşandinê kiribû..

Piştî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewşenbîrên me ku ji pêşveçunên vê demê sudvergirtibûn bi navê "Jîn" kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu.
Di heman demê de him li her perçeyê Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê Kurd gelek rojname û kovar derxist."Şark ve Kurdistan"-1908 li stenbolê hat derxistin.

"Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi" 1908 ji aliyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin.Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê Kurd kir.Her wiha kovara "Kurdistan"1908-1909-Stenbol ,"Amîda Reş" 1909,"Peyman"1909-Dîyarbekir,"Rojî Kurd-Hetawî Kurd" 1913 ji aliyê Komala Hêvî,"Yekbûn" 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat weşandin.Di sala 1919 kovara KURDISTAN li Stenbolê hat derxistin.

Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama "Îrfan" derket.Di 1929 an de ji aliyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Paşa Rojnameya “Agirî” ji gelê Kurd re hat pêşkeş kirin.Li Tirkîye ji ber zordestiya rejîma faşîst a Tirkan gelê Kurd maweyekê dirêj bêdeng ma.

Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Başur de gelek rojname û kovar wekî "Rojnama Umêdî istiqlal,Suleymanî,1923","Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923","Rojnama Pêşkewtin, Suleymanî, 1920","Kovara Peyje Bexdad" 1927,"Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922","Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930","Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935","Kovara ,"Rojnama Rojanû, 1943","Rojnama Rêga li rojhilatê Kurdistanê jî Mehabad, 1948","Rojnama Rawêj, Mehabad" hatibûn derxistin.

Salên çilan di dîroka başurê Kurdistanê de,bi xwe re geşbun û pêşketinê di jiyana siyasî û çandî ya wê perçeyê de tînin.Ew salên xurtbuna tevgera Kurd ya netewî bun û salên damezirandina partiyên siyasî bi taybetî PDK ku programên wan yên pêşketî di warê guhertinkariyên civakî de hebûn.

Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbaweriyên peşketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geşa rojnamegeriya kurdî bû.1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê "Nizar" derket.

Di sala 1932'an de li şamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weşanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin.

Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida Kurdî rizgar kiribû. Hawar despêkek nû bû.Bi Hawarê Kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celalat Elî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn.Hawar dibistanek bu, Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê Kurd.

Vê kovarê şanenava xwe li dîroka Kurdan da ku ev şanenav êdî naye jêbirîn. Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn (hejmara 57.) sala 1943an de derxist.Di sala 1998an de ji Weşanên Nûdemê hemû hejmarên kovara HAWAR bi 2 cild hat weşandin.Piştre Celalat Elî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist. Di Ronahî de giranî dengûbas hebun.

 Ronahî jî bo çapameniya Kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegeriya Kurdî demekê kin de gelek tişt hat pêk anîn.Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêşveçun bi avayekî xwezayî qut bû.

Ew pêngav weku şoreşeke hizrî û rewşenbîrî û rojnamegerî bû, ji ber ku ew herdu rewşenbîrên ku bi vê karî rabûn, her bi armanca destpêkirina şoreşeke hizrî bû ye ku wek bav û bapîrên xwe Bedirxaniyan xizmeta niştimana xwe bikin..

Jiber vê yekê jî kar barên rojnamevanîya kurdî roj bi roj pêşkeft û derbasî nav medyeyên navnteweyî bûn, ev jî di rûpelên dîrokê de, ciheke teybet digire.

Herwa rojnama kurdî ya ku bi dû rewşenbîran destpêkir, îro bi hezaran rewşenbîrên cur be cur derketine holê, çi ji hêla nivîskarî, romannivîsî, çêroknivîsî, helbestvanî, gotarnivîs, rojnamenivîsî û çi ji hêla bîrdozî ve bê her ew şoreş mezin û berdewam bû ta roja îro…

Belê hevalno....Ev tev berhemên malbeta Bedirxanîya ne, yên ku ji tevahî berjewendîyên xwe yên tesik û biçûk dûr ketin, tenê ji bo xizmetkirina hêla niştimanîya kurd li her çar alîyên Kurdistanê bû, ev jî tişteke pir giran û bihaye,ji bo ku şoreşa hizrî ya gelê kurd fereh tir bibe û êdî gelê Kurd di nav civaka navnetewî de, xwedî cih û bandor be û bi hizir û rewşenbîrtiyê bikaribe bandora rola xwe li ser asta navnetwî biçespîne..

Ji bo ferehkirina kar û xebatên rojnamevaniya netewî ya kurdî li Kurdistan û li Cîhanê, dibe ku her rewşnbîr û siyasetvanên kurd, xwe bi dil û can bidin ber vê erka mezin û giran, ta ku ev xebat bi serkeftî berdewam be, û hizra netewî di nave cada kurdî de ber belav bibe.
Lê mixabin hîn jî rewşenbîr û ronakbîr û siyasetvanên me fêrî zimanê Kurdî yê zikmakî bi başî nebûne û gelek hene guhnadinê jî û mîna zimanê duyemîn li piştî zimanê rêjîmên dagîrkerên wê parçeyên Kurdistanê dijmêrin..

Lewra jî ez di hersalê de û di roja 22-4`an de, bang li hemû rewşenbîrekî niştîmanperwerê kurd dikim ku xwedî li xebata rojnamevanîyê Kurdî yê bi zimanê dayîk derkevin, ji ber ku pêşxistina rojnamegeriya Kurdî bi zimanê Kurdî, xebateke pir pîroz û giran qedere.

Careke din ez salroja 116`mîn ya rojnameya KURDISTAN li tevahiya gelê me yê Kurd û bi taybetî rewşenbîr û rojnamevanan û piştîvanan jî dikim û hemû salek hûn di xêr û xweşiyê de bin.

Hozan Xelîl Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket