Osman Banî Maranî û 950 hevalên xwe ji nav T.Goran vegeriyan nav YNK`ê

kurdistani 10:19 PM - 2014-04-21
Osman Banî Maranî û 950 hevalên xwe ji nav T.Goran vegeriyan nav YNK`ê

Osman Banî Maranî û 950 hevalên xwe ji nav T.Goran vegeriyan nav YNK`ê

Endamê payebilind yê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Osman Banî Maranî û 950 hevalên xwe ji nav T.Goran vegeriyan nav Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.

Îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de, endamekî Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran û bi navê 950 kesan destjiberdana xwe ji Tevgera Goran ragihand.

Her weha îro danê hêvarî endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê, Osman Bawnî Maranî di kongireyeke rojnamevanî de, destberdana xwe û yê 950 hevalên xwe ji Tevgera Goranê ragihand û vegeriya nav Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.

Di daxuyaniya xwe de, tekez kir ku sedema vegera wî bo nav rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ew bû ku rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Goranê bû, her weha tekrawetiya Newşîrwan Mistefa di kar û xebatê de bû ku tenê ya xwe bi serdixe û guhdarî ti kesên din jî nake.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket