Dr. Faîk Gulpî; PDK bi bê piştgiriya tevgera Goran, nikare li parêzgeha Silêmanî bibe hêzek bi bandor

kurdistani 05:02 PM - 2014-04-20
Dr. Faîk Gulpî; PDK bi bê piştgiriya tevgera Goran, nikare li parêzgeha Silêmanî bibe hêzek bi bando

Dr. Faîk Gulpî; PDK bi bê piştgiriya tevgera Goran, nikare li parêzgeha Silêmanî bibe hêzek bi bando

Yek ji siyasetên nayên guhertin yê serkirdayetiya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) dûvikiya siyasetên welatên dagirkerên Kurdistanê û dijayetîkirina tevgera azadîxwaz a gelê Kurd e. Eger gelê Kurd li her perçeyekî Kurdistanê, ji bo bi destxistina maf û azadiya xwe dest bi têkoşînê kiribe, yan jî hinek destketî qezenc kiribe dewletên dagirker 'mil bi milê hêzên xwe yên siyasî û serbazî' hêzên PDK'ê jî wek berdestê xwe ji bo rû bi rûna gelê kurd bi kar aniye û hewldana hewldna tinekirin û ji navbirina destketiyên gelê Kurd kirine. Di dema bihurî de gelek nimune hene ku van rastiyan tekez û aşkera dike ku çawa PDK bûye gopalê destê Îran û Tirkiyeyê. Mînaka vê yekê heye ku çawa bi fitneyên neyar û dijminên gelê kurd serkirdeyên PDK hatine bi karanîn da ku destketiyên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê jinav û têk bibin.

Her wiha di nava çend salên bihurî de dema gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîn û fedekariya xwe rojava azad kir û di çarçoveya kantonên rojavayê kurdistanê de, xweseriya xwe ya demokratîk ya nû ragihand. Bi hinek bihaneyên lawaz serkirdayetiya PDK dest bi dijminatîkirina destketiyên rojavayê kurdistanê kir. Dorpêçkirina aborî li ser danî, dorpêça dîplomasî li ser danî. Di van rojan de jî bi hinceta rê li bergirtina derbasbûna terorîstan dest bi kolandina çeperekê di navbera rojava û başûrê kurdistanê de kiriye.

Kolandina vê xindeqê û çeperê ji aliyê berpirsên PDK ê ve, sazî û dezgehên hikumeta herêma kurdistanê ji bo wê nexşeya ne neteweyî û ne mirovahî bi kar tîne،. Ev yek di demekê de ye ku hikumeta Tirkiye dîwarek di navbera rojavayê kurdistanê û bakurê kurdistanê de bi mebesta rê liber peywendî û çûn û hatina navbera kurdê rojava û kurdên bakur de bigre çêkiriye. Di heman demê de jî hêzên rêxistina teroristî ya DAIŞ zêdetirî mehekê ye herêma kobanê ya rojavayê kurdistanê dorpêç kiriye. Ev tê wê wateyê ew dorpêç û kolandina xindeqan ji aliyê desthilatdarên PDK'ê pilaneka hevpar a diminên Kurdan û hêzeka başurê kurdistanê ye ku xwedêgiravî xwe parêzvanê mafên gelê kurd nîşan dide. Lê di rastiya xwe de ev hêz parêzerê siyasetên şovînîst yên Turkiye û Erebê şovînîstin ku li jêr nav û sîwana parastina ola îslamê dijminatiya destketiyên neteweyî yê miletekî misilman dike.

Di dema serdana Mesût Barzanî de bo bajarê Amedê ya bakurê kurdistanê û civîna wî bi Erdogan re, Erdogan çend biryarên siyasî bi ser barzanî de sepand. Barzanî jî bi amadebûna xwe nîşan da ku bo pêkanîna wan biryaran kar bike. Yekem biryara bi merc a Tirkiyeyê ji bo berdewamiya peywendiyên navbera Tirkiye û partî ew bu ku divê PDK di dijayetîkirina rojavayê kurdistanê de dewam bike û wê dijminahiyê berfirehtir bike. Duyemîn mercê Tirkiyeyê ji bo berdewamiya peywendiyên navbera Tirkiye û partî ew bû ku, Tirkiye rexne û gazin li partî kiriye çima tenê desthilatiya wê li parêzgehên Hewlêr û Dihokê heye. Lewra eger partî dixwaze Tirkiye wek serokê Herêma Kurdistanê reftarê digel wî de bike divê PDK di demek nêzîk de li herdu parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê bibe desthilatdarê yekemîn. Di wê demê de seranserî herêma kurdistanê dikeve jêr destê partî û bi riya wê jî dikeve jêr desthilata Tirkiye.


Piştî vegera Mesût Barzanî ji Tirkiyueyê, dest bi pêkanîna daxwaziyên dewleta Tirkiye kir. Di destpêkê de lîsteya hevpar a Kurdistanî ji bo helbijartinên parêzgeha Kerkûkê helweşand, mercên giran danî pêşiya Yekîtiya nîştimanî ku eger Dr.Necmedîn Kerîm serokê wê lîsteyê be. PDK bi wê lîsteyê razî nabe û napejirîne. Ji ber ku PDK di wê baweriyê deye ku eger Dr.Necmedîn Serokê lîsteya Kurdistanê ya Kerkûkê be, di helbijartinan de wê yekîtî bi serkeve û careke din Kerkûk dikeve destê yekîtiya nîştmanî û daxwaziyên Tirkiye pêk nayê. Lewra dema ku partî dît yekîtî ne amadeye Necmedîn Kerîm ji serokatiya wê lîsteyê derxe, ji wê lîsteya hevpar xwe vekişand û derket û ji xwe re lîsteyek taybet avakir. Bi wê hêviya ku Tirkiye dengên Tirkmenên Kerkûkê jê re misoger bike û desthilatiya serekî ya parêzgeha Kerkûkê bikeve destê partî.

Li ser asta parêzgeha Silêmaniyê jî PDK baş dizanî bi bê piştgiriya tevgera Goran, nikare li parêzgeha Silêmanî bibe hêzeka bi bandor. Lewra yek ji karên din ên Mesût Barzanî piştî vegeryana wî ji Tirkiyeyê vexwendina Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran bû.
Û civînek du alî li darxistin û dûr ji dezgehên ragihandinê civîna xwe saz kirin. Yekser piştî wê civîna navbera Mesud barzanî û Newşîrwan Mistefa helwesta Goran li hember PDKê hat guhertin. Li hember helweşandina lîsteya hevpar ya kurdî ya parêzgeha kerkukê tevgera Goran li dijî wê siyaseta ne netewî ya partî tu helwesta xwe nîşan neda û ji wê hevpeymaniya neteweyi derket derve. Piştî çend rojan ji hevdîtina navbera Barzanî û Mistefa, Newşîrwan Mistefa der barê siyasetên Turkya li herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got ew ne li 'dijî pêgeh û bandora siyasî û aburî û kulturî ya turkya li herêmê kurdstanê ye. Mijara herî giring li pêşeroja kurdistanê nakokî û pêşbaziya navbera tevgera goran û yekîtiya nîştimanî ye'. Desthilata dahatî ya parêzgeha slêmaniyê ye. Di vê pêşbaziyê de partî û dewleta Tirkiye piştgiriya tevgera goran dikin. Hiikûmeta Iraqê û dewleta Îranê û PKK û PYD piştgiriya yekîtiya nîştmaniya kurdistanê dikin. Her çiqas di helbijartinên 21/9/2013 de bi dengan tevgera goran li parêzgeha slêmaniyê li pêşiya yekîtiya nîştmaniya kurdistanê bû lê ji ber ku hêzên pêşmerge û asayiş û rêveberiya parêzgehê û dahatî û budce di destê yekîtiya nîştmaniya kurdistanê de bû, tevgera goran nikarî li parêzgeha Silêmaniyê bibe xwedan desthilat. Lewra ji bo ku kêmasiyên xwe li sînorê parêzgeha Silêmaniyê nehêle, tevgera goran berê xwe da PDK û Tirkiye. Bi hêviya wê yekê eger di hilbijartinê 30/4 yên encumena parêzgehê de serkeftin bi destxist, partî û Tirkiye piştgiriya wê bikin da ku desthilatdariya Silêmaniyê werbigire. Diyare hevkariya Tirkiye û partî jî bo Tevgera Goran bi merc in. Ez di wê baweriyê de me ku mercên ew herdu hêzan ewqas girane di dawiyê de ji bilî poşmanbunê tu tiştekî din bo tevgera goran namîne.

Ez di wê baweriyê deme ku siyasetên tevgera goran di hilbijartinên 21/9 yên parlametna Kurdistanê ji xerab ber bi xerabtir ve diçe. Bi bê ku desthilata herêma kurdistanê tu guhertinan di sîstema birêvebirinê de bike, wê tevgerê biryar daye beşdariyê di hikumeta dahatî de bike û dev ji opozisyonê berde. Ev yek jî şaştiyek îstratîjîk bû ku tevgera goran kir.

Dema Tevgera Goran dît ku dengên welatiyan ne faktorê serekiye ji bo bi destxistna desthilatdariyê, di şûna ku biryara xwe ya şaş a beşdarîkirina di desthilatdariyê de di ber çavan re derbas bike, biryarek din daye û ketiye nav destarê hêrandinê yê PDK û Tirkiyeyê.

Ev yek jî bê seruberiyeke siyasî ye ku Tevgera Goran dike. Ji ber ku piştgiriya Tirkiye û partî bo Tevgera Goran di hemû waran de ne amadeye û mercdare. Û egera karvedaneka tund a yekîtiya niştimanî û hikumeta Iraqê û welatê Îranê li dijî Tevgera Goran li peyi xwe bîne, di derbarê wê yekê de dengderên sînorê parêzgeha Silêmaniyê tevlî dost û alîgirên Tevgera Goran jî hizra wê yekê dikin ku di dema serketina Tevgera Goran de li parêzgeha silêmaniyê,egera rudana tundûtîjiyê û pevçunan derdikeve hole û aramiya wî bajarî têk diçe.

Xelkê Kurdistanê têdighêje ku li jêr sîwana hevpeymaniya desthilatxwaz a navbera Tirkiye û partî û Tevgera Goran dengdan bi lîsteya encumena parêzgeha Silêmaniyê ya Tevgera Goran tê wateya deng dan bi pêgeha siyasî û aborî û îdarî ya partî û Tirkiye. Lewra ez bi dur dizanim ku dengderên herêma Kurdistanê bi taybetî dengderên parêzgeha Silêmaniyê, dema ku biçin ser sindoqên dengdanê, dengên xwe bidin bi hevpeymaniya Tirkiye û partî û goran, ji ber ku ditirsin çarenivîsa bajarê wan ber bi pêşerojeka ne diyar ve biçe.


Li ser asta navxwe ya herêma Kurdistanê siyasetên PDK û Goran her ku diçe ji hev nêzîk dibin, lê ji bo dijayetîkirina rojavayê kurdistanê heta niha tevgera goran bi awayekî kiryar û piraktîkî hevkariya partî nekiriye.

partî hewldanên cidî dike da ku tevgera goran rabikşîne nav şerê li dijî Rojava. Civîna roja duşema rabhurî ya navbera cîgirê serokê partî û nûnerên tevgera goran-partî razîbuye ku wezareta pêşmerge û wezareta darayî bidin tevgera goran bi mebesta zêdetir nêzîkkirina tevgera gorane ji partî û Tirkiyeyê.

Hewldane ku tevgera goran jî tevlî dijayetîkirina rojavayê kurdistanê bike. Bi taybetî postê wezareta pêşmerge bo wê mebestê giringe. Ji ber ku di dema rabhurî de û heta niha jî PDK bi rêya pêşmergan Rojava xistiye dorpêçê. Niha jî bi rêya hêzên pêşmerge xindeqan di navbera başûr û rojava de dikole. Eger Tevgera Goran di vê demê de postê wezareta pêşmerge werbigre bi awayekî rasterast Tevgera Goran dest bi dijayetîkirina Rojava dike û PDK jî hinekî bihna xwe vedide. Ev curê siyasetan bi pîlangêrî tên nas kirin, kultura siyasî ya rojhilata navîne û aliyên kurdî jî di nav xwe de li dijî hevdu didin meşandin. Lê ev ne siyaseta çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê ye, ev siyaseta kurkirina pirisgirêkane. Siyaseteke aştiya civakî ya Kurdistanê dixe metirsiyê û doza rewa ya gelê kurd ji çareseriyê durdixe. Lewra giringe gelê kurd ji van curên siyasetan haydar be û hêzên siyasî yên başûr agahdar bikin da ku dest ji van curên siyasî berdin û siyaseta neteweyî û demokratî û dadperwer pêş bixin.

W. Zekî Şêxo

PUKmedia

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket