Derwêşê Zalim Qema dibin Qilifê Eba wî

kurdistani 04:36 PM - 2014-04-20
Derwêşê Zalim Qema dibin Qilifê Eba wî

Derwêşê Zalim Qema dibin Qilifê Eba wî

Dewrêş'ek hebûye jiber sedemê bê derfetên rewîtîyê, her kes wê demê rêwîtîya xwe bi pêyatî derbas dikirin. Dewrêş rojek li çolê rastê refên kewa tê. Dîya tevahî yan kewa hemû çûçikên xwe tov dike û ji wanre behsa jîyanê û çawa dikarin jîyana xwe dom bikin û xwe li pîya bigrin ji wanre tarîfa jîyanê dike. Çûçikên kewê dema çev li dewrêş dikeve hinek ditirsin û ji dîya xwere dibêjin dayê ka mêzeke ewîyê tê mirove ewê limebixe û ji tirsa dewrêş dişibin gel dêya xwe.

Dîya tevahî'ya kewan hatina dewrêş ji ber ebayê wî û Dewrêş'îya wî pir nagre ber hesab. Kew ji çûçikên xwere doma rê û rêzikê jîyanê jibo ferbin tarîfdike û li gor zanabûna xwe behsa tercûbeyên jîyanê û bi wî minasebetê tevan re ji bo perwerde bibin tarîfa jîyanê dike. Di vî arêde ew Dewrêş rastê wan kewa tê û hêdî hêdî dixweze nêzê wan refên kewan bibe. Dîya wan kewan ji çûçikên xwere dibêje ne tirsin ew kesê tê dewrêşe, dewrêş kesên qencin û ew kesên pir ji Xwedêre nezikin ew kesana'ne ji berwî netirsin,û ji Dewrêş zerar nagihêje we aramî bi sekinîn. Bi vî şîretê çûçikên kewê kesek di derekîde na rêve û li gel hev disekinin ka Dewrêş ji wanrê çi şîretê li wan bike bivî hevîyê li gel dîya xwe û dixwezin Dewrêş gohdar bin.

Dewrêş li tevahî çûçikên kewên gozel mêze dike û di bin ebayê xwede dibe qije qija diranê wî û dikeve nav dek û dolabê ka bi çi dekê li wan kewê gozel bike û jixwere bike zad jibo xwarina şîva êvarê. Alîyekîde bedewbûne kewên gozel, di alîyek dinde goştê wanê ji xwezahî ya axê ji hewa gerdûn ye hewa pak girtin ewê çiqas bi tembe, dema van fikrana tên aqlê Dewrêş,Dewrêş behtir dikeve nav îxaneta deka, Kewa gozel xebera wî ji diranê dewrêş tune,û bi tevê tevahî zarokên xwe li benda dewrêşe ka dewrêş ji wanre hinek şîreta bike û hinek behsa Xwedê bike û li benda van şîretane.

Lê mixabin hesabê kewê û dewrêş hev nagrin. Dewrêş dekê xwey îxanêtê jibin abayê xwe derdixe û bi qema ber pişta xwe li kewa gozel dikşîne. Dema kew qema di ber pişta dewrêşde veşartî di destade divîne kewa belengaz jibo çûçikên xwe ji xezeba dewrêş xilas bike ji ber dewrêş nareve, lê hewl dide çep rast tere jibo çûçikên wî xwe di nav gîha de xweveşêrin û rê li pêşîya dewrêş hinda bike, lê mixabin kew xwe ji dewrêş xilas nake û dewrêş jibo goştê kewê bixwe bi tevahî qûweta xweva li kewê dixe û baskê kewa gozel hûr dike.

Dema dewrêş baskê kewa gozel hûr dike kewa gozel dîl dikeve destê dewrêş. Dewrêş ketîye derdê zikê xwe û dibe temam min îro nêçîra xwe girt ka ez herim mal bila xanim vî kewê serê wî serjêke temîz di qûşxanêde bikelîne û bi tevê savar û ez liber senîye rûnêm têr bixûm. Lê carna hesabê der û hûndir hev nagrin. Çawa hesabê kewa gozel û çûçikên wî ji ber hesabê dewrêş hev negirtibû û kew baskê wî hûr bû û dîl ket destê dewrêş.

Karê Xweda xerîbe û kes pir jê nizane ka ewê çawa bike û kengê çi tîne serê mirovan û kes pê nizane. Rêda kew hewl dide bi dewrêşre bi axive belkî ji xwere rêyek bivîne ji destê dewrêş derkeve û xwe xilas bike. Kew geh lava dewrêş dike û geh dixweze deka li serê dewrêş çêbike wel hesil kew tu hozek li dewrêş nabîne û dewrêş naxweze razîbe. Di rêde dewrêş û kew rastê karwanek tê kew gazî dike hey jibo riza Xwedê min ji destê vî dewrêşê zalim xelas bikin.
Karwan mêze dike kew baskê wî şikîyaye û bê derfet maye nikare xwe ji destê dewrêş xilaske. Karwan dibê dewrêş te xêre ne tu bi tevê ebayê xwe qaşo tu dostê Xwedê yî û tu jibo Xwedê kar û xebat dikî, ka bêje tu çima dixwezî ceza bidî vî kewa gozel û tevahî çûçikên wî naha gişt perîşan bûne ewê tev hinda bibin jibo wan çûçikabejî were tu bi dewrêşîya xwe bike kewa gozel azad bike, û bila kew here bigîhîje çûçikên xwe. Wel hesil dewrêş naxweze ewî goştê kewê goştê teze û pak xwe jê mehrûm bike,û dibê karwan kerema xwere karê te ji karê min nîne, kerema xwere tu di rêya xwe berdewam bike û dibê ez gele goştê kewa gozel bixûm.

Karwan dibe debaşe ger tu nexwezî kewa gozel azad bikî, wê demê emê we dadgeh bikin û dadgeh biryara wî jiwe kêre bide bila mina biryara dadgehêbe. Dewrêş kêfa wî tê û bi pêşwazîya karwan razî dibe. Karwan dibê dehadê kerem kin bila her yek jiwe cîhê xwe bigrin û her yek jiwe parastina xwe amade bikin û dûre em bi tevê qomîta dadgehêva we gohdar bikin û ka ewê piştê gohdarîya we biryar jibo we kê were dayîn. Karwan ji Dewrêş û kewa gozelre dibê keremkin em herin gel hizûra Hz Suleyman bila kew ji Hz Suleyman re derdê xwe bêje. Jiberkû Hz Suleyman zimanê tevahî hebûnê zindî zanibû, Xwedê Hz Suleyman kiribû mesûlê tevahî ziman û her waha zimanê hemû hebûnê zindî.
Ji ber wî Hz Suleyman Xwedê jê razîbe zimanê tevahî ajalan zanibû. Karwan tere gel Hz Suleyman jê destûr dixweze jibo pirsgirêk a Dewrêş û kewa gozel re çareserîyê bivîne. Hz Suleyman gazî dike dibe de keremkin werin ez we gohdar dikim ka derdê we çîye. Karwan Dewrêş û kewa gozel tev bihevre tên hizûra Hz Suleyman, Derwêş dest bi parastina xwe dike, Hz Suleyman gohdarê parastina dewrêş dike û dema parastin diqede,dibê de keremke di cîhê xwede rûne, û em kewa gozel gohdar bikin. Kewa gozel dest bi parastina xwe dike, û çevê wî li rêya derîye,dibe gelo çûçikên min li pey min hatibin jibo piştgirîya min dadgehê gohdar bikin,carnajî çevê xwe dide ser rewşa Dewrêş û geh li karwan mêze dike, kewa gozel di serîde behsa çîroka xwe û perwerda çûçikên xwe bi awayek hevo hevo li pey hev rêz dike û axaftina xwe diqedîne.

Hz Suleyman dibê ka rabin ez biryar jibo we bidim, tev bihevre hêz didin xwe û radibin
. Dewrêş dîsa diranê wî û mîda wî hev duxwin bûye qije qija diranê dewrêş û li benda biryar jibo wîbe,û di nav lêvê xwedê bixwe bixwe dibê tamame ewê biryar jibo min were dayîn û ez êvarê jixwere kêf bikim. Kewa gozel jî bi baskê xwey hûrkurî ketîye derdê jîyana xwe û çûçikên xwe gelo ewê bi serê mede çi biqewime. Hz Suleyman dema biryar ji bo kewa gozel dide û dibêje kew ka rabe tujî bi qemê lêxe milekî Dewrêş hûrke û dûra tu azadî. Lê jivir pêve hinek baldar be, bawerîya xwe bi her hebûnê neyne. Dema kewa gozel şîretê Hz Suleyman gohdar dike. Bi biryara jibo mile Dewrêş hûrkurinê razî nabê, dibê paşayê min ez naxwezim milê Dewrêş hûrkim, Dewrêş dema vî axaftinê ji kewê gohdar dike kêfa wî tê û dixweze jêre spasîyê xwe bêje.

 Hz Suleyman dibe ka keremke kewa gozel tû jimin çi dixwezî û tu çima bi biryara min razî nabî, qey min lite neheqîyek kir. Kew dibê na paşayê min te limin tu neheqîyek nekir,biryara te gelkî bi wateye û bi dadmendîye. Lê ez ji te daxwezîyek din dikim, dema kew wer di axive Hz Suleyman dibe ka keremke ez te gohdarim. Derwêş bi awayek tûnd û ecêp li kewê temaşe dike û ewjî ketîye nav rewşek tev lihev ka kew ji Hz Suleman çi daxwezê bike, gelo kew çi di bêje.

Kew dibe paşayê min ez û çûçikên xwe me dema Dewrêş dît me nexwest em xwe veşêrin heta tevahî çûçikên min şiviyan min û jiminre gotin va mirove ewê me gişta bikûje û dûra ewê me teva bibe di quşxanêde li ser agir û dinav ava kelîde bikelîne û bixwe. Min neheqî li çûçikên xwe kir min got çûçikno netirsin ewê te ew Dewrêş e kesek jibo Xweda ye tevahî jîyana wî jibo xizmeta Xweda ye û jê netirsin. Dûra pir mixabin çûçikên min jimin bi aqiltir derketin.

 Hz Suleyman cardin got ka keremke tu dixwezî em cezayek çawa bidine Dewrêş. Kewa gozel cardin mafê axaftinê girt,û got paşayê min ez tu ceza naxwezim, tenê yek daxwezîyek min ji te û dadgeha te heye ewjî ebayê wî jê derxînin, bila carekî din tu kesekî din bi ebayê wî nexape, jiberku ew eba heta liser milê wîbe xwê hemû hebûna dixapîne. Hz Suleyman biryar cardin jihevde dixîne û biryar li gor daxwezî ya kewa gozel dide, bi vî awayê Dewrêş rûyê wîyê reş dertê rastê.

Rastî em gelê Kurd bûne wekî kewa gozel her dem bawerîya xwe bi ebayên zalima tînin. Lê Xweda ji her kesê rintir zane û peyderpê ebayê zalima ji wan derdixe û rûyê wanê reş dertê rastê, hemû hebûn rû reşîya wan zalima divîne. Di dest pêka sedsala bîstan û em anha ketine despêka sedsala bîstûyekî idî ebayê zaliman tevahî jiwan pêde pêde ber bi dawî dibe û rûyê wanê reş derdikeve holê.
Fetula Gulen bû pêncî sal ebayê bedîûzeman lixwe kiribû geh gelê Kurd û geh gelê Tirk û gelek gelê cîhanê dibin ebayê xwey zalimaneda fetisandibû. Lê tu wextê hesabê der û hundur hev negirtîye, û hesabê Xwedê û mirovahî jî hev nagre. Jiber ku dema Xweda hinek derfeta ji mirovan re amade dike, mirov dikeve nav tevgerê xapandinê û îxanetê, ji ber van hîsên qirêj mezinbûna Xweda ji bîr dike û xwe wekî dîkê bewext bang dide divîne.

Lê mixabin ew dîkê dema bê wext bang dide,xwe ji bîr dike ku ew banga wî bê wexte . Rastî di saya Xwedêde gelê Kurd û Erdoğan bihevre ebayê Fetula Gulen jê derxistin, lê lazime ji îro pêve Kurd pir baldar bin û bi eba neynê xapandin. Jiberku Erdogan bixwejî ebayek wî heye lazime em wekî gotinek bavkalê me heye dibê dema we îskanek şîrê kelî vexwar lazime hûn dûre pifê dewê sar bikin hîna vexwûn.
Bi hêvîya rojên azadîyek serfirazî û tevahî yekîtîya gelê Kurd, ev çîrok hên di sê beşê dinê de ewê berdewame. Bimînin dixweşîyêde heta beşa dudûyan.

Behçet Ateş.: 20.04.2014
[email protected]

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket