YNK bo parastina mafê jinan projeyên mezin hene

kurdistani 02:23 PM - 2014-04-20
YNK bo parastina mafê jinan projeyên mezin hene

YNK bo parastina mafê jinan projeyên mezin hene

Guherînên yasayan û berengarbûna wan kesên ku tundûtîjî li dijî jinan dikin, ew projeye ku Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê xwediyê xwe bû, karî di dema borî de di proseya hukimranî ya Herêma Kurdistanê de cih bidêkê.

Perwîn Sidîq weku jinek ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Di dema borî de kuştina jin û bi darê zorê zewicandin, jin bi jin wergirtin, yan pare li şûna zewicandina keçan dayîn û çendîn tawanên mezin li nberamberî jinan dihatin encamdan. Lê belê niha ji %70 ew diyardeyên ne şaristanî kêm bûne.

Perwîn Sidîq got: Nexşe darêjerê kêmkirina ew sîstema bavik salariyê, serok Mam Celal û Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê bûye ku weha kirin ew diyardene kêm bibin, ji ber wê jî her time z piştevaniyê li siyasetên YNK dikim jib o destxistina azadî zêdetir bo jinan.

Jineka din bi navê Şadiye Ehmed jî radighîne ku ew weku jinek piştevaniya lîsta 266 a encûmena nûneran û 77 ya encûmena parêzgehan a ser bi Yekîtî dike, weku ew bi xwe dibêje: YNK çi sozek bi jinan dabê cî bi cî kiriye, wezîrên jin danîn û parlemanterên jin danîn her weha jin kirin birêvebirên giştî û qeymeqam û birêvebirên bajarokan û çendîn postên dine, jin bûne xwedî îrade ku karîn ew bend  û astengiyên di navbera jin û zilaman de hebûn bişkîne.

Namzeta jimare (6) bo encûmena parêzgeha Silêmanî li ser lîsta YNK, Dîmen Reza jî ji PUKmedia`yê re got: Weku jinek ez soz didim jinên sînorta Çemçemalê ger baweriya xwe bi min bibexşin ezê berevaniyê li mafên wan bikin û hewl didim çendîn navendên rahênanê bo jinên bajarê xwe vebikim.

PUKmedia/Herdî Ebu Bekir - Çemçemal

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket