Hefteya Rojbûna Pîroz li qada Newrozê ya Amedê tê pîrozkirin
kurdistani 12:49 PM - 2014-04-20Hefteya Rojbûna Pîroz li qada Newrozê ya Amedê tê pîrozkirin
Li Amedê Hefteya Rojbûna Pîroz li qada Newrozê tê pîroz kirin. Pîrozbahiyên ku dibin pêşengtiya KCD û DİAYDER de tên lidarxistin bi hezaran kes têde bejdarbûn. Di pîrozbahiyê de bal hat kişandin ser ku olê Hz Muhammed olê aşitiyê ye û ji bona edaletê herdem têkoşîn daye.
Pîrozbahiyên Hefteya Rojbûna Pîroz ku di bin pêşengtiya Kongireya Civaka Demorkratîk (KCD) û DİAYDER de hatine amadekirin li qada Newrozê ya Amedê destpê kirin.
Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes têde amade bûn de, di axaftina vekirinê de bal hat kişandin ser ku olê Hz Muhammed olê aşitiyê ye û ji bo na edaletê têkoşîn daye. Piştî axaftina vekirinê pîrozbahî bi rêzgirtinê destpêkir.
Li gadê û li cîhê Platformê panqartên "Rojbuna Hz. Muhammed pîroz be", "Yên ku li hember zulmê bê deng bimînin şeytanên bê zimanin", "Îslamiyet edalete, îslamiyet Aştiye, Îslamiyet hev fêm kirine”, "Hz Muhammed li Mekke'yê berxwedan li medîneyê edelet” û “Li dijî zilmê li hember mazlûman cîh bigirin" hatin daliqandin.
Welatiyên hezkiriyên pêxember ku ji gund û navçeyan hatibûn bandajên li ser nivîsa, "Lailahe illallah Muhammed resulullah" û flamayên kesk û sor û zer hilgirtibûn bal kişandin. Ji ber hewaya germ welatî xwe bi sîwanan parastin û bernameyê bi balderiyek mezin şopandin.
Dîsa li hîn cîhan ji bo girtiyên nexweş serbest were berdan û kampanya îmzeyan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate vekirin û îmze hatin kom kirin. Bername bi xwendina Qûranê ya ji hêla Hafız İsa ve destpêkir.
Piştî xwendina Qurana pîroz girsê tekbîr anîn û pişt re jî mewlûd hate xwendin û beyt hatin xwendin. Di dema xwendina Quranê de welatî demên hestiyar jiyan û rondik barandin.
PUKmedia-ANF
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26