Akrê piştevaniya xwe bo herdu listen YNK dupat kirin

kurdistani 11:51 AM - 2014-04-20
Akrê piştevaniya xwe bo herdu listen YNK dupat kirin

Akrê piştevaniya xwe bo herdu listen YNK dupat kirin

Di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê li devera Akrê û Berdereşê, endamê serkirdayetiya YNK û berpirsê malbanda 4`ê a rêxistina Duhokê Herêm Kemal Axa bi hevalîniya şandekê û namzetên lîsta 266 ya yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo parlemana Êraqê û kandîdên lîsta 77 bo encûmena parêzgeha Duhokê, serdana gundê Çemeyî kirin û ji aliyê binemala Zahir Mistefa Çemeyî ve hatin pêşwazî kirin  û piştevaniya xwe bo listen Yekîtî dupat kirin.

Her weha serdana gundê Kêlê Pismêran jî kirin û ji aliyê malbata Îbrahîm Bas Sorçî ve hatin pêşwazî kirin  û wan jî piştevaniya xwe bo lîsta Yekîtî dupat kirin.

Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  piştre jî serdana gundê Girbewêlê kir û ji aliyê malbata Burhan Cewher Îsmaîl ve hatin pêşwazî kirinê û piştevaniya xwe bo herdu listen Yekîtî dupat kirin.

PUKmedia/Şakir Mihemed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket