Mela Bextiyar: Yek ji destkeftiyên YNK`ê ew`e rê ne da azadî bê sansur kirin

kurdistani 10:25 PM - 2014-04-19
Yek ji destkeftiyên YNK`ê ew`e  rê ne da azadî bê sansur kirin

Yek ji destkeftiyên YNK`ê ew`e rê ne da azadî bê sansur kirin

Berpirsê Desteya kargêr ê Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku, yek ji destkeftên mezin û giring ku ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê cihê şanaziyêye ewe ku YNK`êsansûrî li ser azadiyê nehêştiye.

Îro danê pêş nîvro 19/4/2014 berpirsê Desteya kargêr, li baregeha Mekteba siyasî li bajarê Silêmaniyê bi mebesta goftûgokirin sebaret bi projeya ku dibîstana xwendina bilind a Fransî bi giştî ku bîrmend Alan Torîn serpereştiya wê dike û biryare li Kurdistanê encam bide, pêşwazî li profîsor Danyêl Jolî û Dr. Adil Bazewan li dibîstana bilind û serokê navenda Fransî – Kurdî bo zanist li Parîsê Dr. Lueyî Caf kir.

Di hevdîtinê de, sosyolog û lêkolîner li dibîstana bilind a Fransayê Dr. Adil Baxewan zanyariyên pêwîst libarê projeya xwe anî ziman û têde amaje bi wê yekê kir ku ew proje yek ji giringtirîn lêkolînên dibîstana bilind a Fransî ye û bi serpereştiya rasterast a bîrmend Alan Torîn encam didin, hemû profîsor û lêkolerên sosyolgên dibîstana bilind a Fransa jî beşdarî têde dikin û li Kurdistanê heya salekê tê encamdanê û got: “Hatina vê şanda dibîstana bilind jî destpêka projeyêye.”

Ji aliyê xwe ve berpirsê Desteya kargêr heval Mela Bextiyar piştî bixêrhatina mêvanan kir got: “Cihê xweşbextiyêye bo me ku şareza û profîsorên weku we rêzdaran wê hestê û baweriyê beramber bi ezmûna demokrasiya me de nîşan bidin, her wiha cihê kêfxweşiya me ye ku di wan waran de lêkolîn û vekolîn bêne kirin û encam bêne wergirtin,  ku di encamê de aliyê baş û xirap bi rexnegirî  lê bête temaşe kirin.”
Mela Bextiyar got: “Ezmûna avakirina demokrasiyê li Kurdistanê nûye, kêşeya mezin ya Kurdan ne ewe ku nû mijûlî avakirina demokrasiyê bûne, belku kêşe eweye ku bermahiyekî mezin a dîroka paşdemayîye, bermahiyekî mezin ji kilîtbûna aqil ji bo me hatiye hêştin. Eger eve bo civakê weh be,  wê demê ji bo Jin jî du berambere, çûnkî di civaka Kurdî de hêşta Jin ji aliyê civak, malbat û ol ve tê çewsandin  û hişmendiya bav salariyê li sere. Ji ber vê yekê jî di baweriya min de eger rizgarkirina zilam 10 sal jêre divê, pêwsîtiya rizgarkirina jinê bi 15 ta 20 salî heye, her ji bo vê jî hertim ez piştevaniya Jinan dikim.”

Di berdewamiya axaftina xwe de heval Mela Bextiyar bal kişand ser pirensîp û xebat û siyaseta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  û projeyên YNK di warê destûr, sosyal , guherîna felsefeya perwerdê û zanîngehan û teqez li wê yekê kir ku bi bê zanebûn , zanist û zanyarî pêşkeftin û destûr, demokrasî jî têk diçe û got:“Yek ji destkeftên mezin û giring ku ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê cihê şanaziyêye û ez bi xwe jî bi berdewam piştevaniya wê dikim ewe ku me rê ne daye Azadî bête Sansûr kirin, her çiqas em weku Yekîtî zerarê jî jê dibînin,  lê belê ev xebat sermayeyekî zanistî ya mezine bo pêşerojê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî wê fêdê jê bibînê.”

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket