Li Sûriyê ji ber bi karanîna gaza kilorê 100 kes bi jehrê ketin

kurdistani 09:19 PM - 2014-04-19
bi kar anîna gaza Kilor li Sûriyê

bi kar anîna gaza Kilor li Sûriyê

Desteya giştî ya şoreşa Sûrî ragihand ku êvara înê rêjîmê bi balafirên helicopter bajarê Kefar Zîta a ser bi Parêzgeha Hema bi bermîlên bi geza kilor hatina dangirtin bombebaran kir, di encamê de nêzî 100 kesî bi jehrê katin.

Desteyê di beyennameyekê de diyar kir ku ji nav kesên bi jehrê ketine Jin û Zarok jî hene û ew veguhestin naxweşxaneyên meydanî, her wiha diyar kir ku kesên bi jehra gaza kilorê ketine nefesa wan teng bûye, vedirşin û baş nabînin.

Bi mijarê ve girêdayî çalakvanan dan xuya kirin ku ev demeke rêjîma Sûrî bermîlên bi gaza kilor dagirî bi kar tîne.

Hêjayî gotinê ye ku nivîsgeha dosya çekên Kîmyayî li Sûriyê roja înê ragihand ku gaza Kilor a bi jehir ne di nav çekên kîmyayî de ye  ku biryara rêjîm radest bike, her wiha ew hişyarî da ku dibe ev gaza di astekî berferh de bête bikar anîn ji ber ku bi hesanî tê çêkirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket