Çar Rojnamevanên Fransî li Sûrîyê Hatin Azadkirin

kurdistani 08:21 PM - 2014-04-19
Çar Rojnamevanên Fransî li Sûrîyê Hatin Azadkirin

Çar Rojnamevanên Fransî li Sûrîyê Hatin Azadkirin

Çar rojnamevanên Fransî ku nêzîkî salekê li Sûrîyê girtî bûn, hatine azadkirin.

Serokê Fransayê Francois Hollande îro Şemîyê di daxuyanîyekê de got ku wî vê sibehê bi azadkirina her çar bihîstiye û ew bi vê nûçeyê kêfxweş bûye.

Birêz Hollande got ku her çar rojnamevan ( Edouard Elias, Didier Francois, Nicolas Henin û Pierre Torres) di rewşeke saxlemîyê ya baş de bûn tevî nîrên zindankirina wan. Wî got, ew di nav çend demjimêran de vedigerin Fransayê.

Ajansa Reuters ya nûçeyan radigihîne ku rojnamevanên Hezîrana bûrî hatibûn girtin, çavgirtî û dest kelepçekirî li ser sînorê Sûrîye û Tirkîyê ji alîyê polîsên Tirk ve hatin dîtin.

Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor, Sûrîyê wekî welatê herî xeter li cîhanê bo rojnamevanan binav kiriye.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket