Ferhad Tunc li Serê Kaniyê serdana şervanên YPG`ê kir

kurdistani 07:59 PM - 2014-04-19
Ferhad Tunc li Serê Kaniyê serdana şervanên YPG`ê kir

Ferhad Tunc li Serê Kaniyê serdana şervanên YPG`ê kir

Hunermendê Kurd Ferhad Tunc ê ku bi serdanekê li Rojavayê Kurdistanê  li Kantona Cirîzê ye li serdana bajarê Serêkaniyê kir û di heman demê de sernada  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kir.

Li gorî ANHA diyar kir hunermend Ferhad Tunc piştî li Bajarê Rojavayê Serêkaniyê li navenda Waokanî ji bo girseya Gel şahiyek lidar xist, berê xwe da rojhilatê bajarê Serêkaniyê û serdana yekîneyên YPG’ê û YPJ’ê kir.

Tunc di serdana xwe de axivî û got "Ez berxwedana bêhempa ya ji bo azadiyê li we û hemû Gelê Kurd pîroz dikim. We bi berxwedana xwe xewna me ya 40 salî pêk anî û xaka xwe rizgar kir.”

Tunc di dawiya serdanê xwe de gurzek stran ji YPG’ê û YPJ’ê re wekî diyariyekê ji berxwedaniya wan û parastina wan ji Rojava re pêşkêş kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket